Serokê “Kurdistana Sor” Wekîl Mistefayêv roja 19.04.2019 wefat kir.
Kurdistana Sor (bi rûsî: Красный Курдистан, Krasniy Kurdistan; bi azerî: Qizil Kürdistan) otonomiya kurdên YKSS‘ê ku di nava salên 1923 heya 1929‘an de berdewam kiribû.
Kurdistana Sor projeyeka Lenîn bû ku Lenîn beriya mirina xwe ew pêk anî. Ji bo kurdên di nava Azerbeycan û Ermenistanê de dijîn herêmeke serbixwe avakir. Lenîn alîkariya neteweyên kêmnifûs dikir ku di bin şovenîzma neteweyên zêde nifûs de neyên pişavtin û li wan pêkutî neyên kirin. Ew cihên ku kurd lê dijiyan ji xwe cih û warê kurdan bû, ku ne bi koçberî hatibûn wir. Bajarên Laçîn, Qûbadlî, Kelbajar hwd parçeyek ji axa Kurdistanê bûn.
Kurdistana Sor a ku 1923- an de li ser erdnîgarîya Kurdistana kevnar û dîrokî de hatibû damezirandin û di sala 1929-an de bê sebeb tê rûxandin. Di sala 1937-a kurdê Kafkazîyayê bi fermana Stalîn bê sebeb, bê qanûn nava 24 seeta de li bin şert mercên giran û dijwar de surgunî Asîya Navîn û Kazaxistanê dikin.
Kurdistana Sor (ango bi tîpên kîrîlî, Кӧрдьстана Сор) ji aliyê Josef Stalin ve li ser daxwaza Tirkiye û Îranê tê hilweşandin û kurdên herêmê yên ku dewleta xwe diparêzin tên kuştin an sirgûnkirin.
Ji salên 1940-1950 î ji bo parastina maf ê gelê xwe ên sîyasî, cîvakî, aborî, çandî Mehmedê Siloyê Bava destbi têkoşînê dike.[2]
Ku M. Barzanî tê Sovyêtê (1947-1958) dema ku Ermenîstanê nava kurda de digere wedekî mala Mehmedê Siloyê Bava de dimîne. Babayêv bi Serokê kurdan M. Barzanî ra diçe qebûla serok komarê Ermenîstanê S.A.Tovmasîyan. Serok M.M.Barzanî ji wî hivî dike ku jêra soz bide wekî salê 10-15 law û keçên kurd bê îmtîhan zanîngehada werên pejirandin. S.A.Tovmasîyan gilî dide û sozê xwe diqetîne. Bi daxwaz û tekîda M.M.Barzanî Babayêv sazî û rayedarên dewletêra nama dişîne û hivî dike ku sebebê nefîkirina kurda agah kin. Bersîv nastîne lê tên jêra dibêjin careke din karê wehara mijûl nebe, Babayêv li mala xwe de Gênêralê kurd M.M.Barzanî re soz dide ku yê heya dawîya emrê xwe ji bo mafê gelê xwe, ji bo rastîyê yê berxwdanê bike. Berxedaneka weha ne hêsabû gelek cara mala wî digerin, tu zext, zor, astengî, bandor, xeberdartî, dijwarî nikarin wî bidin rawestandin, gellek cara rayedarên dewletê jêra radigihînin ku dest ji kurdayetîyê berde, lê ew vî karê pîroz bi bawerî heya dawîya emrê xwe berdewam dike. [3]
Ji bo ku kurd mafên xwe ên hindabûyî û pêpezkirî dest bînin bizava M.S.Bava di salên 1989-90 î de li paytaxt bajarê Moskovaêda meşa derbazdikin. Di dîroka kurd û Kurdistanê de yekemîn carbû ku kurdê Sovyêtê meş ê da bangî dewletê dibûn dewa dasekinandina mafê xwe dikirin û bi serwêrtîya BABAYÊV daxwaza ji nûva avakirina Kurdistana Sor dikin. Di vê meşêda bi hewla Babayêv ji 9 komaran ên Yektîya Sovyêtê 2000-an zêdetir kurd beşdar dibin. Dewlet soz dide ku daxwaza kurda bîne cî. Lê desthilatdar ên Yektîya Sovyêtê agahdar dibin ku di navbera hin rewşenbîrên kurda de neqayîlbûn heye. Nîvî bi rêbertîya Babayêv ji bo ji nûva avakirina Kurdistana Sor îsrar dikin, çend rewşenbîr jî hevdu digirin û nama dewletê re dişînin ku Kurdistana SOR naxwazin. Rayedar ê dewletê kurdara radigihînin ku kengê kurd bi giştî bi yek biryarbin wîçaxî ewê daxwaza wan çareserkin. Weha kurd hevdura ziman nikarin bivînin, hemberî hevdu radiwestin. Lê mixabin dem dibuhure. Di sala 1991 a de Yektîya Sovyetan hilweşya di erdnîgarîya Sovyetêda dewletên nû ên serbixwe pêjda hatin. Bi vî awayî ev armanc û nêta Kurdistana Sor nehat sêrî. Belkî jî tewanbarê vê ew çend rewşenbîrên kurdbûn kijan ku bibûn asteng, pêşerojêda dirokê vê helwest û asbêktê aşkar û zelalke. Dîrokê de tu tişt veşartî namîne. Her buyer tê xuya kirin û nirxandinê.
Di 1992-1993 de tevî Qerebaxa Çîya Kurdistana Sor jî di hêla Ermenîstanê ve tê dagir kirin. Mijara Kurdistan a Sor jî hêdî-hêdî mînanî dewleta kurd a Şeddadîya derbazî arşîva dîrokê dibe.
- ↑ Î.O. Farîzof (1957). Ferhenga ûrisî-kurmancî. Moskva.
- ↑ Nûbar, № 1 (8-9), sal 2007, Almata, Kazaxistan, s. 19-21.
- ↑ Rêya jîyanê, Hesenê Hecîsilêman, 2009, Almata, Kazaxistan,(bi zimanê rusî)
Wekîl Mistefayêv kî bû?
Wekîl Mustafayev (1938‘î li Qirgizistanê) pêşengê tevgera jinûveavakirina otonomiya Kurdan a ku Josef Stalin xerabkiribû ye.
Binemaliya Wekîl Mustafayev bi reçeleka xwe digihîje hoziya (eşîreta) Koroxlî, ango Rewşan. Di sala 1937an da ji ber siyaseta Stalîn û Panturkîstên Azerbeycana Soviyetê, malbata Wekîl Mustafayev, mîna hezar malbatên Kurdan, ji Kurdistana Sor hatibû aksorkirin (sirgûnkirin). Ew Kurdên Kafkasê di salên 1937an û 1944an da bi zorê ji xaka kal-bavan hatibûn veqetandin û di komarên Asiya Naverast – Kazakistan, Kirgizstan, Tacîkîstan û Uzbekîstan – da hatibûn cîhwarkirin.
Wisa, Wekîl Mustafayev di sala 1938an da li Uzbekîstanê ji dayîk bûbû. Di salên Şerê Cîhanê Duyemîn da xwîşk û brayekî wî digel hezar zarokên Kurdan li Asiya Naverast ji birçîbûnê mirin.
Lê piştî serdema Stalîn hinde pêngavên lîberal û înternasyonalîst li Yekîtiya Sovyetê hatibûn avêtin û li ber zarokên Kurdên sirgûnkirî jî riya pêşdaçûna kesanî (şexsî) vebû. Wek encam, Wekîl Mustafayev di navbera salên 1955an û 1963an da jiyana xwe bi Artêşa Sor ya Sovyetê va girêda û bûbû fermandar.
Ji sala 1963an û virda Wekîl Mustafayev xebatkarê elwekariya Sovyetê bû û karên taybetî ji wî dihatine xwastin. Ewlekariya Sovyetê hemû xebatkaran ji bona operasyonan di dewletên biyanî da amade dikirin. Wekîl Mustafayev gereke bişandana Çînstanê, lê ewî daxwaza xwe ji bona xebatekê li Kurdistanê yan di nav Kurdan da diyar kiribû. Pêştirî vê, Wekîl Mustafayev pêşniyara karmendên Sovyetê red kir, ligor kîjanê ew dikaribû nasnameya xwe biguhasta û dewsa “Kurd” di xeta NETEWE da “Uzbek” yan “Tacîk” binivîsiya. Ne behetî ye, ku ji ber vê serhişkiya Wekîl Mustafayev, berpirsyarên ewlekariya Sovyetê kariyera wî xitimandin û wî şandine xebata hundurî Yekîtiya Sovyetê.
Di sala 1967an da Wekîl Mustafayev beşa (fakûlteta) dadgeriyê li Zanîngeha Frûnze (paytexta Kirgizstanê) qedand û wek dadwer li bajarê Oş li Kirgizstanê dest bi xebata taybetî ya dijî korûpsyonê kir.
Di sala 1970an da Wekîl Mustafayev xwe kire nav meydana metirsiyê, dema ewî koma hevalbendên Koyçûmanov ji ber sedema korûpsyonê binçavkir. Koyçûmanov merivekî pir bi bandor bû, ji be ku ew pismamê Usubaliyev, Serkreterê Yekem ya Partiya Komûnîstên Kirgizstanê, bû û kes nediwêriya xwe bikira kirê wî. Lê têkoşîna Wekîl Mustafayev bi ser ket û Koyçûmanov digel dostên xwe ligor biryara dadgeha Kirgizstanê hatibû cezakirin. Nivîskarê binavûdeng Çîngîz Aytmatov û Serokwezîrê Kirgizstanê Sultan Ibragîmov piştgiriya Mustafyev kirin û xwastin, ku serokatiya Partiya Komûnîsta Kirgizstanê ji dizan bihête rizgarkirin. Lê Sekreterê Yekem Usubaliyev desthilata xwe hişk girt û dijberê xwe Sultan Ibragîmov da kuştinê. Wê demê êdî Wekîl Mustafyev neçar ma, ku ji Kirgizstanê derkeve.
Di salên 1970î-1980î da Wekîl Mustafayev di polîsa Komara Autonom Kara-Kalpak da, ya beşeke Komara Uzbekîstanê ye, xebata dijî bertîlkirina karmend û siyasetmedaran birêvedibir. Wekîl Mustafayev yek ji wan kesên xizmetgozar bû, yên mezintirîn korûpsyona Sovyeta berê li Uzbekîstanê hilweşandin.
Bi vî cûreyî Wekîl Mustafayev têkiliyên giring bi korên Moskovayê fermî ra saz kirin û êdî bi vekirî karibû mesela berwelatê xwe li Kafkasê biîne rojeva siyaseta Sovyetê.
Cîhê gotinê ye, ku ji sala 1981an da, dema Wekîl Mustafayev şandine Komara Azerbeycanê, ew bi nû va xwe sipêrande pirsgirêka Kurd. Xebata wî li polîsa navçeya autonom ya Nexçevanê bû, ya di navbera Ermenîstan, Iran û Tirkiyê da ye, lê bi fermî beşeke Komara Azerbeycanê ye. Nexçevan jî wek tê zanîn parçeyeke Kurdistana dîrokî bû, li Başûr herêmên Kurdistana Rojhilat, li Rojava jî herêma Serhedê ye. Bi sedan salan ew ji sê cemawerên etnîkî pêk dihat: Kurd, Ermenî û Tirk. Ligor jimara destpêka sedsala 20an, li wir % 50 Kurd bûn, 40 % Ermenî û yên mayîn jî komên Tirkziman yên curbicur bûn. Lê mixabin, piştî Şoreşa Cotmehê (Oktober) li Rûsiya, Nexçevan kete nav sînorên Komara Azerbeycanê. Mixabin, ramyara Azeriyan ya dirêjxayan gihîşte encameke wisa, ku niha li wir Ermenî nemane, Kurd jî yan hatin sirgûnkirin yan jî xwe wek Azerî binav dikin. Bêguman, herêma Nexçevanê ji Wekîl Mustafayev ra giring bû, daku ew buhujandina Kurdan li Azerbeycanê vekolîne û pilaneke vejînkirina şanaziya gelê me li Kafkasê bide ber xwe. Balkêş e, ku berî avakirina Dewleta Sovyetê, herêmên Kurdan li Laçînê (Kurdistana Sor), Zengezûrê (li Ermenîstana îro), Nexçevanê û Serhedê bi hev ra girêdayî bûn!
Di meha Nîsana 1985an da rewşenbîr û gundiyên Kurd li Ermenîstan û Azerbeycanê li kêleka Wekîl Mustafayev sekinîn û nehîştin, ku birêvebirên Azerbeycanê wî mîna “ekstremîstekî Kurd” ji xebatê derxin û careke din bişînin Uzbekîstanê. Heta endamekî giring ji Wezîrxaneya Dadê ji Moskovayê – navê wî Bajenov – bi xwe hate bajarê Bakû (paytexta Azerbeycanê) û komployên dijî Wekîl Mustafayev da sekinandinê.
Wextê di sala 1989an da nijadperestiya Kirgizstan, Ermenîstan û Kazakistanê gihîşte asteke bilind, Wekîl Mustafayev bandora xwe bi kar anî, daku Kurdên li wan deran dijîn zirara mezin nebînin. Herweha ew yek ji amadekarên rêxsitina “Yekbûn” bû, ya armanca xweseriya Kurdistana Sor bi pêş dixist.
Wekîl Mustafayev, xwediyê şeş xelat û nîşanên rêzgirtinê ji hukumeta Sovyetê, digel jin û zarokên xwe li Italiyayê bûye penaber. Kebaniya wî jî fermandara polîsa Rûsiyê ye, lê ji ber ku ew tev mesela Kurdistana Sor bûbû, ewê xebata xwe winda kir.
Jêder: Wîkîpedia