Nivîskar û akademîsyen Selîm Temo di çarçoveya çalakiyên Mîhrîcana Çand û Hunerê ya 3’yemîn a NÇM’ê de di gotûbêja bi navê “Li 3 Dîasporayan Edebiyata Kurdî” de kurdologên ewropî rexne kir û got piraniya wan bi kurdî nizanin.
Di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya 3’yemîn a Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) de, li Eywana Civînê ya Cezayîrê bi navê “Li 3 Dîasporayan Edebiyata Kurdî” gotûbêjek hat çêkirin. Nivîskar û akademisyen Selîm Temo wek axaftvan tevlî gotûbêjê bû û her wiha gelek hunermend, perwerdekar û welatî jî beşdar bûn.
Temo, Stenbolê wek diasporayê pênase kir û diyar kir ku tiştekî girîng e ku kurdên dîasporayê der barê wêjeya kurdî ya dîasporayê de diaxivin. Temo, behsa herêma Xoresanê kir û got ku, beriya îslamiyetê kurdan li ser navê “Xwedayê şev û rojê” sond dixwarin. Temo wêjeya kurdî şiband barana biharê û wiha got: “Em di sedsala 19’emîn de li Stenbolê leqayî wêjevanên kurd tên. Pîremêrd, Tevfîk Fîkret û Halît Ziya Uşakligîl hevalên hev in. Heta di kovara Musavverun Muhît û Servetî Fununê de pereyê wî jî heye. Pîremêrd di sala 1913-1914’an de patroniya wêjeya tirkî ya nû jî kiriye.” Temo diyar kir ku bi wêjeya tirkî pêwendî bi wêjeya cîhanê ya nû re danîne.
Temo, anî ziman ku mirovê li dîasporayê ji çand, kok, ruh, ax û zimanê xwe dûr ketiye û wiha domand: “Te vediqetînin. Tu diçî cihekî, lê tu tim kêm î. Wek bêkesan tu li destê mirovan dineri. Dîaspora bi sirgûnê derdikeve holê. Ewropa ne sirgûn e. Eger sirgûn bûna, wê dewletan qîmet bidana rewşenbîrên kurdan. Lê tu qîmet nedan rewşenbîrên piştî 1980’yî çûn.”
Temo parast ku piraniya kurdologên ewropî bi kurdî nizanin û ev tişt gotin: “An tirknas in, an jî bûrsên xwe yên doktora û masterê ji dewletên ku Kurdistan perçe kirine stendine. Li Ewropayê akademîsyenî karê sponsoriyê ye. Kî bibe sponsor ji wî re dixebitin.” (mezopotamyaajansi.com)