Serrûpel Nûçe Nivîskarê Kurd Şahînê Soreklî li Ewropa çend semîneran saz dike

Nivîskarê Kurd Şahînê Soreklî li Ewropa çend semîneran saz dike

Belav bike

Nivîskar û rojnamevanê Kurd yê naskirî Şahînê Soreklî li Ewropa ye.

Ji bo dîtina dostan, nasan û xwendevanên meraqê li dîtina wî dikin, Şahîn Bekir Soreklî dê serîlêdana 4 welatên ewropayî bike.

Kombûnên dema serîlêdanê:

Otrîş (Austrya, Nemsa)

  • Kombûn li Viyena: În, 3/05/2019, demjimêr 6ê êvarê.
    Navnîşan
    : Lindenberggasse 56, 1070 Wien.

Ji bo bêtir agahdarî, peywendiyê bi berpirsê Enstîtuya Çanda Kurdî Sulaiman Mahmoud re deyne: 03604887975, yan bi rêya Messenger bi Ilias Arian Şeddadi re, yan bi Şahin Sorekli bi xwe re.

Almanya

Kombûna Düsseldorf 

Şem, 11/05/2019, demjimêr 3.30dû nîvro.
Navnîşan: Fritz- Erlerstr. 21, 40595 Düsseldorf.

Ji bo bêtir agahdarî peywendiyê bi serokê Komela Rengîn(جمعية رنكين دوسلدورف) Bavê Ravyar re deyne (017681494207), yan bi riya Messenger.

 

Kombûna Hannover

Yekşem, 12/05/2019.demjimêr 5 dû nîvro

Navnîşan:Zur Bettfederfabrik 1 – 30449.

Ji bo bêtir agahdarî peywendiyê bi Tengezar Marînî re deyne (0172 543 8667)

Danmark

– Kombûn li Kolding: Şem 18/05/2019, demjimêr 3.30 dû nîvro,

Bo bêtir agahdarî peywendiyê bi Enwer Şêxo, serokê Komela Kurdî Kolding re deyne (042373018), yan bi rêya Messenger bi Muhsin Seyda re. 

Swêd

Ez ê ji 20 ta 24/05/2019 li Stockholm bim, lê hîn ne xuyaye ger çi kombûn dê li wir hebin. Dostên meraqê li dîtina min bikin dikarin bi rêya Messenger peywendiyê bi min re deynin. Ger kombûneke hebe, em ê dû re dem û şûna wê ragihînin.

Di van kombûnan de Şahînê Soreklî dê beşine ji berhemên xwe bixwîne û ger demê rê da, ew ê gotareke bi sernivîsa ”Pêdiviya Zihniyeta Siyyasî ya Kurdî bi Guhertinê” pêşkêş bike. Li şûna kombûnan beşdarên bixwazin, dê bikaribin 3 berheman bi dest xin:

 

  • Destana Dewrêşê Evdî wek pirtûk
  • VegerL Roman
  • Wendabûn: Roman

 

Şahîn Bekir Soreklî ji hemî dostên alîgir û rêxistinên van kombûnan amade kirine re spas dike û hêvîdar e hevwelatiyên derfeta beşdariyê bi wan re heye bibîne.