Roja 10.06.2019 bi merasîmeke mezin li Hewlêrê li Hola Seed Ebdullah, sonda yasayî dixwe û weke serokê Kurdistanê dest bi karê xwe dike.
Li gor malpera BasNew roja 11.06.2019ê fraksiyona PDKê wê ji bo serokatiya kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermî di civîna parlamentoyê de bike namzed û piştre jî serokê Kurdistanê wê wî ji bo avakirina hikûmetê erkdar bike, divê di nava mehekê de hikûmetê pêk bîne.