6 sal bi ser Komkujiya Amûdê re derbas dibin, roja 27ê 06. 2013an, YPG û asayişa Amûdê êrîşî xwepêşandanekê kir û di encamê de 6 welatiyên Kurd şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn. Heta niha jî tu lêkolîn derbarê wê bûyerê de ji aliyê rêveberiya xweser ve nehatiye kirin.
Kesên ku derketibûn xwepêşandanê daxwaza serbestberdana girtiyên xwe kiribûn.
Di Hezîrana 2013 de asayşa li Amûdê 3 ciwanên Kurd girtin û piştî girtina wan ciwanan, xelk derkete xwepêşandanê û daxwaza serbestberdana wan kir. Hejmarek ji xortan dest bi girava birçîbûnê kirin, bêhtir 10 rojan di birçîbûnê de man, piştre asayîşê xortek serbest berda.
Şeva 27 Hezîrana 2013an de xwepêşandaneke mezin li Amûdê çêbû ji bo berdana girtiyên din. Asayîşê û hên din yên rêveberiya xweser bi sîlehan êrîşî xelkê kirin û di encamê de 6 kes şehîd kirin.
Heta niha ne kesekî li malbatên şehîdan pirsiye ne jî qatil hatine girtin, ne jî rêveberiya xweser lêborîn xwestiye.