Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li pêşangeha Rwanga ya Derfetên Kar gotarek pêşkêş kir û dilniya da ku Herêma Kurdistanê dikeve ser riya geşekirinê.
Îro dezgeha Rwanga pêşangeheke taybet bi dabînkirina derfetên kar li Hewlêrê vekir û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî pêşangehê bû û gotarek pêşkêş kir.
Di destpêka gotarê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser girîngiya dîtina derfetên kar got: “Kar girêdana bi welat e û hezkirina xakê zêde dike. Herwiha dihêle baweriya bixwe jî hebe.”
Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de ragihand, ji piştî sala 2003an ve pêşketineke mezin li Herêma kurdistanê rû da û bi dehan hezar derfetên kar hatin dabînkirin, lê şerê li dijî DAIŞê û qeyrana darayî bandor li ser aboriya Kurdistanê kir.
Tekez kir jî, ji bo bikevin ser riya xwe, erk û mandîbûn divê, bo vê yekê jî dilniya ne ku Herêma Kurdistanê careke din diçe ser wê rêya xwe û di hemû waran de rewşa Herêma Kurdistanê baştir dibe.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji gencan kir: “Divê gencên me bîrkirineke wan ya nû hebe û hewl bidin. Serkeftin bi ezmûn û taqîkirinê ye. Ewên dixwazin bi şev û rojekê de her tiştî biguhêrin, serkeftî nabin.”
Di pêşangeha Rwanga bo derfetên kar li bajarê Hewlêrê, 166 kompanî ji 14 welatan beşdar in û Kurdistan24 jî yek sponserên medyayî ye. K24