Endamê polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî û endamê komîteya derve ya ENKS Îbrahîm Biro li ser rûpela xwe Facebookê bersiva serokê berê yê PYD Salih Mislim da û got, “Berî girtina min roja 13.08.2016, ez ji aliyê medyaya nêzîkî PYD ve gelekî rastî tehdîd û îhanekirinê hatim, ez di wê rojê de jî hatime girtin, ez sirgûnî derve kirim, gotin eger tu vegerî Kurdistana Sûriyê wê tu werî kuştin…”
Biro her wiha got: “Aliyê ku ez bi kuştinê tehdîd kirim asayîşa PYD bû.”
Ev gotina wî li ser axaftineke Salih Mislim bû ku di Diyaloga Muntede El Muwatene de gotibû: Hineke hene dixwazin navê Rêveberiya Xweser xerab bikin, ew -mebest jê Îbrahîm Biro- hate agahdarkirin pêwîstiya wî bi parastinê heye, û asayîş wê wî biparêze, lê wî qebûl nekir, asayîşê ji wî re got wê hinek te bikujin û em naxwazin tu li vir werî kuştin, derkeve…”
Biro dibêje, tiştî ku Salih Mislim dibêje piştî 5 mehan pêk hat, piştre dema ku ez serokê ENKS bûm, sefîrê Emerîka yê berê Peter Calbrait mudaxele kir û ji wan xwest astengiyan li pêşiya min dernexin, min dixwest vegerim Kurdistana Sûriyê, wan ji serfîrê Emerîkî re gotin, ew dikare bi şert vegere, divê di bin kontrola me de be…”
Îbrahîm Biro dibêje ew daxwaza PYD red kir, ji ber ku wî nedixwest îradeya xwe teslîmî wê partiyê bike.