Serrûpel Dosya 2 nameyên Elîşêrê Koçgîrî (1920)

2 nameyên Elîşêrê Koçgîrî (1920)

Belav bike

Name 1
Name 2

Di Şerê Yekem ê Cîhanî da Dewleta Osmanî têk çû, Dewletên Îtîlafê bi ser ketin. Di sala 1918an da li Stenbolê Cemîyeta Bilindkirina Kurdistanê (CBK)/Kurdistan Teali Cemiyeti (KTC) hat damezrandin. Serokê cemiyetê Seyîd Evdilqadir bû. Navenda cemiyetê li Stenbolê bû. Li 19 bajar û bajarokên Kurdistanê yên wek Diyarbekir, Xarpêt, Xinis, Dêrik, Xozat, Bedlîs, Erzirom, Wan, Sêrt, Mûş, Bazîd, Erebgir (Arapgîr), Xerzan, Sêwas, Koçgîrî û Zarayê şaxên wê hebûn.

Bi tevî ku Seyîd Evdilqadir di daxuyaniyên xwe yên legal da pêdivîya Kurdistanek otonom diparast jî wek ku ji gelek belgeyan jî fehm kirin, di eslê xwe da alîgirê dewleta kurd a ji osmanî cuda bû. Ji ber ku di daxuyanîyên xwe da otonomiya kurdistanê diparast, di 1920an da hinek damezeîner û endamên CBKê, bi li hember derketina fikra otonomiyê, serxwebûna Kurdistanê xwestin. Vê komê rêxistinek bi navê Cemîyeta Teşkîlata Îctîmaî ya Kurdan saz kirin.

Di salên 1919 û 1920an da, hin şaxên CBKê yên li Kurdistanê di pratîkê da xebat bo serxwebûna Kurdistanê ji dewleta osmanî kirin. Bi taybet jî ev kar li Koçgîrî-Dêrsim û Diyabekirê hat kirin. Elîşêr û Nûrî Dêrsimî (Nûriyê Beytar) aktorên herî girîng ên tekoşîna li Koçgîrî û Dêrsimê bûn. Ev tekoşîn li Koçgîrîyê gihîşte astekî wisa ku bikaribe di dema serhildanê da danezanek bi îmzeya “Hikûmeta Demkî ya Kurdan” belav bike.

Di pêş dema ku hevdîtinên di navbera heyetên Dewleta Osmanî û yên Dewletên Îtîlafî, li Sewrê dest pê bikin, CBK û rêxistinên din ên kurdan Şerîf Paşa bo beşdariya hevdîtinan wek nûnerê Kurdistanê hilbijartin. Tevgera Mistefa Kemal berê dest pê kiribû. Mistefa Kemal û alîgirên xwe, bi hin kurdan telgrafên ku tê da “Şerîf Paşa wek nûner napejirînin û naxwazin ji tirkan cuda bin” dihat nivîsîn, bo Sewrê dan şandin. Di wê demê da Elîşêr û hevalên xwe li Koçgîrîyê xebat dimeşandin. Elîşêr, ji 1916an ve pêwendî bi rêveberên Çarîtiya Rûsî ra danî bû û hişyarî da bû wan.

Em li jêrê du nameyên Elîşêr pêşkêş dikin. Ev name 99 sal paşê nû hatin weşandin. Ev nameyên ku destxetên Elîşêr bi xwe ne, ji gelek hêlan ve girîng in. Di nameyan da, di derbarê Koçgîrî-Dêrsim û raman-xebatên welatparêzên wê serdemê da agahiyên girîng hene. Balkêş e, Elîşêr bo herêmê Kurdistana Koçgîrîyê dibêje.

Nameya yekem, cara pêşîn ji aliyê Dilek Kızıldağ Soileauyê ve, di xebata wê ya bi navê Koçgiri İsyanı/Serhildana Koçgîrîyê da hat weşandin. Di kovara Vateyê jimara 60. da her du name jî bi transkrîpa M. Selîm Uzunî hatin weşandin.

Hem di transkrîpa M. Selîm Uzunî hem jî di teksta ku Dilek Kızıldag Soileauyê weşadiye da, gelek bêje çewt hatine xwendin û nivîsîn. Hinek bêje hatine îlawekirin û hinek bêje jî nehatine nivîsîn. Ji ber vê ez teksta ku min ji nû ve transkrîp kir diweşînim. Li pişt çend peyvên ku ez ji xwendina wan ne emîn im, min di nava kevaneka bi goşe da pirsnîşan (?) danî. Di nava kevaneka bigoşe da, bo hêsantir fehmkirinê, min hinek herf û peyv nivîsîn.

(Orîjînalên Transkirîpa Nameyan Di PDFyê da bixwînin)

M. MALMÎSANIJ

Wergera ji bo Kurdî (malpera rojnameyakurdistan)