General Mezlûm Kobanî, fermandrê giştî yê HSD di hevpeyvîneke xwe de ligel medyaya erebî ragihand, ku êrîşa li ser Serê Kanî û Girê Spî li gor peymaneke di navbera Erdogan û Trump de çêbûn û Amerîka îşareta kesk da Tirkiyê ji bo êrîşî rojavayê Kurdistanê bike.
Mezlûm Kobanî her wiha got, Amerîka ezman ji Tiurkiyê azad kir ji bo ku êrîş bike, ew êrîş bi talkîmata Donald Trump çêbû.
General Mezlûm Kobanî her wiha di wê hevpeyvîna xwe de dibêje, Amerîka xwe bi parastina bîrên petrolê re mijûl dike û tu stratejiyeke wê ji bo Sûriyê tune ye.
Fermandarê HSD got, hikûmeta Sûriyê ji wan xwestiye ku tevlî artêşê bibin û fermandarên HSD dikarin ritbeya xwe biparêzin lê wan red kirine.