Serrûpel Nûçe Sûriyê li ser petrola Rojavayê Kurdistanê rêkeftin bi Rûsya re kir

Sûriyê li ser petrola Rojavayê Kurdistanê rêkeftin bi Rûsya re kir

Belav bike

Parlementoya Sûriyê girêbesta bi du kompanyayên petrolê yên Rûsyayê re pejirand û biryar da ew du kompaniyên Rûsî li Sûriyê pişkinînê li ser petrolê bikin.

Bi piraniya dengan, parlamentoya Sûriyê biryar da ku herdu kompaniyên Rûsî, Mercury LLC and Velada LLC li Sûriyê li dû petrolê bigerin.

Wezareta Petrola Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, dê projeya yekem li herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê be û rûberê navçeya ku dê ji bo dîtina petrolê lêgerîna lê bê kirin, 9 hezar kîlometerên çargoşe ye, herwiha projeya duyem jî li bakurê Şamê dikeve û rûberê wê jî 2100 kîlometre ye.

Wezîrê Petrola Sûriyê, Elî Xanim jî diyar kiriye, aramnca wan ji herdu projeyan ew e ku rêjeya behremanîna petrola Sûriyê zêde bikin, û deverên Sûriyê vegerin kar û rê li pêş kompaniyan bo veberhênanê vebe.

Elî Xanim herwiha gotiye, lêçûya amadekirina her bîreke petrolê li Sûriyê digihe 12 milyon dolar û ji ber şerê navxwe û rewşa aborî ya têkçûyî, pêwîstiya hikûmeta Sûriyê bi kompaniyên biyanî heye, bi taybet ji welatên ku piştevaniya hikûmeta Sûriyê kirine weke Îran û Rûsya.

Ev rêkeftina hikûmeta Sûriyê li gel du kompaniyên Rûsî li ser petrolê di demekê de ye, ku piraniya navçeyên petrolê û bîrên petrolê yên wî welatî dikevin rojhilat û bakurê rojhilatê wî welatî û herwiha Rojavayê Kurdistanê û ew jî di bin kontrola hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de ne.

Sûriyê berî şerê navxweyî ku ew zêdetir ji 8 salan e dom dike, rojane zêdetir ji 380,000 bermîlên petrolê berhem dianî. (Rûdaw)