Balafirxaneya navdewletî ya Helebê piştî 7 salan careke din dest bi kar dike.
Wezîrê vegihestinêyê Sûriyê Elî Hemûd ragihand ku roja 4şema bê wê yekemîn geşta ezmanî di navbera Şam û Heleb de be.
Piştre jî wê balafir ji Heleb biçin Qahîre û hinek welarên din.
Di sala 2013 de Heleb keetibû bin destê çekdaran û sala 2016 de ji bin destê çekdaran hatibû derxistin û ketibû bin destê hikûmeta Sûriyê, lê dîsa jî tirsa êrîşan balafirxanreyê dest bi kar nekiribû.
Balafirxaneya Helebê, di salên 30 de ji aliyê Frensiyan ve hatibû
avakirin û sala 1924 dest bi geştên ezmanî kiribû û yekemîn car jî
balafirên Hollandî jîê firiya bûn.