Serrûpel Nûçe Akif Hasan li ser diyaloga di navbera ENKS û PYD de diaxife:...

Akif Hasan li ser diyaloga di navbera ENKS û PYD de diaxife: Bila rê be, bila dûr be

Belav bike
Bila rê be, bila dûr be
Problema me ya herî mezin ew e ku trên bikeve li ser xetâ hesinî. Ger ket ser,wê demê ne xem e ka emê çend stasyonan herin.
Dibe ku stasyonên goftûgoyan gelek bin, dibe di hinekan de em tiştekî bidest nexînin, lê dîsa jî divê trên nesekine û di riya xwe de biçe.
Gava mirovên me ji axaftinan bê hêvî dibin, an jî dikerixin, xweş tê fêmkirin. Gava dibêjin: Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Duhok vale derketin, ka emê çawa bizanibin ku ev wê vale dernekeve, tê fêmkirin.
Lê belê, riya diçe aşîtiyê gelek dirêj û bi gelek asteng e. Û her wiha di siyasetê de nabe mirov bihin teng be û aramî taybetmendiya herî sereke ya siyasetmedaran û diyalogvanan e.
Ger nermbûna siyasî bikaribe cihê baweriyên îdeolojîk yên hişk bigire, wê demê pêvajo kurtir dibe.
Ger mirov bi çavên neyaran li hev nenêrin, lê belê wek dostan û devliken nêzîkî hev bibin, wê demê rê kurtir dibe.
Ger di serê beşdaran de mijarên goftûgoyan zelal bin, û ger axaftinên wan jî wek mijaran zelal bin, wê demê rê kurtir dibe û zûtir digihin armancan.
Gerek diyalogvan di serê xwe de xeyalên qehremaniyê çêneke û nebêje: „binêrin ez çiqas mezin im, wî kir û nekir nekarî min bide îqnakirin“. Ger dil biçûk be û bizane ku ji bo armancên pîroz hatiye ser masê, wê demê asteng kêmtir dibin û dawiya tûnelê nêzîktir dibe. Divê mirov vekirî be ji bo îqnakirinê. Heger argûmenên kesê li hember te te têr dikin, wê demê divê tu serî li ber deynî û bêjî amîn
.
Nelson Mandela gelek zôrî di pêvajoya danûstandinan de kişandin, gelek tehlî û tirşi daqurtandin, lê ji bo aşîtiya civakî neket dudiliyan û bi îradeyeke bê hempa giha armancên gel.
Di sala 1992an de, tam di kêliyên danûstandinan de, rejîma nijadperest komkujîyên mezin li hember mirovên esmer pêk dianî, kîn di hundirê Mandela de dikeliya, lê dîsa jî dev ji rê berneda. Ji ber ku di serê wî de hatibû çandin ku tenê DANÛSTANDIN rêya xelasbûnê ye.
Bila ji me re nimûne be Mandela.