Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, 27 kesên din li herêma Cezîrê û Şehbaa bi vîrûsa Korona ketin.
Ji wan 23 kes li herêma Cizîrê, 4 kes jî li herêma Şehbaa ne.
Dr. Ciwan Mustefa got, nexweşekî Korona yê 70 salî canê xwe ji dest da.
Li herêmên Rêveberiya Xweser hejmara nexweşên Korona gihişte 171 kesan, 8 kesan canê xwe ji dest dane.