‘Canê ya rasteqîn’ li hember ya ‘sexte’ dixwaze dozê bide vekirin. Hozan Canê, tevlî bernameya rojnamevan Shaswar Mame bû û li ser stranbêja ku dema ew di hefsê de bû navê wê bikaranîbû û derketibû kanalên televizyonê nirxandinên balkêş kir. Hozan Canê, da zanîn ku ew jina ku li ser navê wê derketiye bazarê; ne tenê nav û stranên wê; herweha jîyan, çîrok û qîza wê jî kiriye ya xwe û ew bi sextekarîyê tewanbar kir. Hozan Canê, diyar kir ku ew dixwaze li hember Canê Heyran dozeke maddî û manewî bide destpêkirin. Canê, bi berdewamî anî ser ziman ku, Canê Heyran di vê meseleyê de ne tenê ye; yên ku li pişt wê sekinîne û di hundirê vê lîstikê de cîh girtine divê yek bi yek bêne aşkerekirin û ev jî wezîfeya dadgehên başûrê Kurdistanê ye. Hozan Canê, di dawîya bernameyê de jî carek din bal kişand ser bêxwedîhiştin û xemsarîya li hember wê û got; ”Ez sê salan li benda silavekê mam”. (Yado Ciwan)