Serrûpel Nûçe Bi fermana Biden Amerîka bersiva êrîşên bi rokêtan li ser Hewlêrê da

Bi fermana Biden Amerîka bersiva êrîşên bi rokêtan li ser Hewlêrê da

Belav bike

Wezîrê berevaniya Amerîka ragihand, bi emrê serokê Amerîka Joe Biden bersiva êrişa bi rokêtan ya li dijî Hewlêrê û êrişên din yên li ser hêzên hevpeymanan û hêzên Amerîkî li Iraqê hat dayîn.

Şeva borî balafirên şer yên Amerîka bargehên çekdarên ser bi Îranê ve li Sûriyê li ser sînorê Îraqê bombebaran kirin.

Hêzênm hatine bombebarankirin: Hizbullah û Ketayîb Şuhedaa.

Wezîrê berevaniya Amerîka, Llyod Austin ragihand, ew êrîş bi fermana serokê Amerîka Joe Biden pêk hat û weke bersivekê bû li dijî wan êrîşên ku ji aliyê wan grûpan ve çûbûne ser Hewlêrê û Iraqê.