Serrûpel Nûçe Nivîskar Bûbê Eser nameyeke vekirî ji serok Barzanî re dişîne

Nivîskar Bûbê Eser nameyeke vekirî ji serok Barzanî re dişîne

Belav bike

Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî

Bûbê Eser

Rêzdar min çavên xwe bi tekoşîn û berxwedana Barzaniyî mezin û hemî Barzaniyan vekir. Dema min li Bakurê Kurdistanê dest bi siyasetê kir, min rêbaza Barzanî destûr û bernameyên wan ji xwe re rehber girt û di sala 1975an weke endamê PDK-T ketim nava siyasetê da ku rojekê ji bona azadiya gelê xwe bibim çirûskek agir da ku dijminê xwe bişewitînim, bibim findek da ku şevreşa gelê xwe ronî bikin.

Min ew hêz û quweta xwe ji şerê Barzaniyan yê li hember dagirkeran wergirt. Ji sala 1975an û heta niha bi saya wê rêbazê siyasetê dikim. Niha 64 salî me lê heta hebin, ev rêbaz, destûr, bername û berxwedana Barzaniyan dê tim bibe rehbera min, rê û rêbaza min.

Her tişt bi gotinê nabe û divê mirov li gor gotinên xwe çalak jî be. Heger gotin û kiryarên mirov hev negirin karên bêne kirin jî wê ne rast û ne li gor wê rêbazê bin.

Dema cenabê we di 16 saliya xwe de çeka ji bona azadiya Kurdistanê hilgirt, li gor vê baweriyê, li ser rêbaza bavê xwe, heta roja îro we weke neferekî, weke Pêşmêrgeyekî ev tekoşîn daye û didin.

Hedef û armanca we, berxwedan û tekoşîna we hemû ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe ye. Em kurd qerzdarê Barzaniyan e.

Ez û gelek Kurd em baş dizanin ku heger ne ji Barzaniyan ba, hinan niha di zû de Kurdistan firotibana. Lê mala we ava be ku hûn hene. Wê bi destê we Kurdistana serbixwe bê rahigandin. Ev rastiyeke û ev dê bibe û em hemû kurd li benda wê rojê ne.

Em baş dizanin ku şerê herî mezin û zor piştî azadiyê ye. Ango avadana welêt e. Niha jî hûn wê dijîn. Di nava vê jiyanê de helbet dikare hin kêmanî ku hûn pê nehesin çê bibin. Ev tiştekî asayî ye.

Di avadana welatekî de rol û erkên rewşenbîran, nivîskaran, hunermend û hozanan gelek in. Ji ber vê jî divê xebatên wan bêne dîtin, heger baş bin bêne pesinandin û îmkan hebe divê ji wan re alîkarî bê dayîn da ku karê xwe baştir bikin.

Heger di avadana welatekî de nivîskar, rewşenbîr, hozan û hunermend bêne ji bîr kirin, an alîkariya wan neyê kirin, di vir de ji bona avadana welatekî demokrat dikare hin serêşî peyde bibin. Ji bona ew serêşî û neheqî nebe, divê haya desthilatê bi rêya komîteyan ji hemî xebatên van kesana hebe da ku ew neêşin û tade li wan neyê kirin.

Ez weke Bûbê Eser kurdekî Bakurê Kurdistanê me û li Swêdê dijîm. Ji bona kareseta Enfalê binivîsînim ez ji Swêdê sala 2007an hatim welatê xwe yê azad, li devera Barzan û li bajarokê Bilê bi cih û war bûm. Min qederê salekê karê xwe li wir heta ku ji min hat kir.

Di vegera xwe ya Swêdê de min Şanoya Enfala Barzaniyan a bi navê ”Dîroka Rureş” weşand. Hin ji Başûrê Kurdistanê re jî şandin. Lê mixabin tu deng derneket  ev keda min nehat dîtin.

Lê ez weke yekî li ser xet û rêbaza Barzaniyê nemir, bê hêvî nebûm min her karê xwe domand û piştî xebata 7 salan min romana xwe ya li ser 8000 Barzaniyên Enfalkirî li Bakurê Kurdistanê ji aliyê weşanxaneya Sîtavê ve weşand. Min ev jî şand Başûrê Kurdistanê û xwediyê weşanxanê bi destê xwe ev da hin berpirsiyaran. Lê mixabin tu dengek, spasiyek ji vê jî derneket.

Min her karê xwe domand û ew hevpeyvînin di sala 2007an de min li gel malbatên kesên wan hatibûn Enfalkirinê jî weke pirtûk amade kiriye. Lê mixabin ji ber bê derfetiyê ew her di embara Weşanxaneya Sîtavê de sekinî ye û tu îmkanên ku em bikaribin wê bidin weşandin bi me re nema ne.

Ji ber ku pirtûk 320 rupel in û nêzî 100 wêneyên Enfalê bi reng têde hene.  Bi vê pirtûkê jî min heta niha 3 pirtûk û broşûrek li ser Enfala Barzaniyan weşand ango piştî ”Qêrîna Barzan” wê bibe 4 berhemên min li ser Enfala Barzaniyan. Lê ez ê li vir ranewestim, kar û xebatên xwe yên li ser Barzaniyan her berdewam bikim.

Rêzdar, min karê xwe heta vir qedandiye û ev berhemana êdî ne yên min ên Barzaniyan in. Heger ev bêne weşandin û bo zimanên biyanî bên wergerandin, ev dikare tesîreke erênî li Ewropiyan jî bike da ku ji nû de jenosda bi navê Enfalê bala wan jî bikişîne.

Heta gelek komele û dezgehên mirovî yên li Ewropa dikarin li Bilê nexweşxane û hin dezgehan jî vekin. Min tenê xwest vî dengê xwe bighêjînim canabê we. Hêvîdarim hûn weke Serokê Kurdistanê û kesayetiyekî di qada navneteweyî de xwedî gotin û soza xwe ne, tên nasîn.

Di nava Kurdan de weke Serokê Kurdan tên pêşîwazîkirin. Heger îmkan û derfet hebe, dest bavêjin van berheman, wan li Başûrê Kurdistanê bidin weşandin. Wan bikin zimanê biyanî û li cîhanê belav bikin. Ev berhem; Dîroka Rûreş (Şano), Barzan Digirî (Roman) û Qêrîna Barzan (hevpeyvîn) êdî yên Barzaniyan û gelê kurd e.

Ji cenabê we re temenîkî dirêj dixwazim. Bi hêviya ku wê Kurdistana azad û serbixwe bi mizginiya we bê ragihandin. Em hemû kurd li gel û li benda wê rojê ne.

Bûbê Eser