Wezareta Derve ya Sûriyê ji bo vekirina konsulxaneya xwe li Hewlêrê şandeke dîplomatîk erkdar kir.
Şêwirmendê Wezareta Derve ya Sûriyê Mihemed Taha El-Ehmed ji Kenala 8 re ragihand ku ji bo vekirina konsulxaneya Sûriyê li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, şandeke dîplomatîk hatiye erkdarkirin.
El-Ehmed her wiha da zanîn ku tîmeke teknîkî niha li Hewlêrê ye û ji bo diyarkirin û hilbijartina cihê guncaw yê konsulxaneyê dixebite.
Di demeke nêzîk de wê konsolxane were vekirin.











































