BYGMê ( Gerînendeya Giştî a Enformasyona Weşan û Çapemeniyê a Serokwezareta Tirkiyê) ji bo personelên sûmultane temîn bikin îlanek da. Di îlana xwe de Kurdî, wek zimanekî biyanî û zimanê kû personel temîn kirin bi zehmet e cîh girt.
Kurdî bi ev zimanan re “zimanê biyanî” hatiye hesibandin: Farisî, Ermenîkî, Îbranîkî, Erebî, Îngilizî, Fransî, Rusî. Di nav van zimanan de tenê Kurdî, zimanê ku personel dîtinê de zehmet tê kişandin e.
Parlementerê CHPê Turgut Dibek, ev îlana BYGMê anî rojeva meclîsê û ji bo ku bibersivîne pêşniyarek pêşkêşî Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç kir, “gelo Kurdî zimanekî biyanî ye an na?”











































