Hunermend û şanogera Kurd Gulistan Sobarî îro li bajarê Bochumê yê Almanya wefat kir.
Gulistan Sobarî xelka bajarê Dirbêsiyê bû, ji Rojavayê Kurdistanê bû.
Bavê wê hunermend Necim Omerî ye, dayîka wê jî stranbêja navdar Hesîne Omerî ye.
Ew xwişka stranbêja operayê Mizgîn Tahir e.
Strana wê ya herî berbiçav “Qamişloka Evînê” ye.










































