7 kes, bi sûcê ku dîplomayên zimanê Almanî difrotin xelkê ji bo ku bibin welatî, ji aliyê polîsan ve li eyaketa NRW û Munchen hatine girtin.
Polîsên Almanya di operasyoneke berfireh de li Nordrhein-Westfalen û Munchen 7 kes girtin.
Ew kes weke şebekeyekê bûn, wan dîplomayên zimanê Almanî sexte derdixistin û difrotin kesên ku pêwîstiya wan pê hebû, ji bo ku serî li mafê welatîbûnê bidin.
Di operasyona polîsan de, bi wan kesan re, makîneyên çêkirina belgeyên sexte, çek û madeyên hişbir û pere hatin bidestxistin.
Kesên girtî ji Almanya, Sûriye, Iraq, Urdun û Romanya ne.











































