Di vê derbarê de komek çalakvanên Kobaniyê di daxuyaniyekê de, sazkirina desteyeke serbixwe ji bo dubare avakirina Kobaniyê ragihandin.
Mamosteyê zanîngeha Mêrdînê Muselem Talas ku yeke ji damezrênerên vê desteyê, ji Dengê Amerîka re ragihand ku ev desteya han dê bê alî û serbixwe be, û ew dê bêhtir berê xwe bide kes û aliyên teknoqrat ji bo çêkirina lêkolîn û pirojeyan û pêșkêșkirina wan bo aliyên navnetewî yên alîkar.
Dr. Talas di hevpeyvîneke xwe de ji bo Rûdawê got, ku ji bo avakirina Kobanî 6 mîlyar dolarên emerîkî lazim in.












































