Serrûpel Nûçe “Eger pêşmgeryên rojava werin wê şer derkeve”

“Eger pêşmgeryên rojava werin wê şer derkeve”

Belav bike

Serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji ajanseke ser bi PYD ve axifî  û diyar kir ku li dijî derbasbûna pêşmergeyên rojava ne û qebûl nakin ku ew pêşmerge derbasî rojavayê Kurdistanê bibin.

Aldar Xelil her wiha idîa dike ku Tirkiyê û PDK li hev kirine ku li rojavayê Kurdistanê hinek herêm bo Partiya Demokrata Kurdistanê werin teslîmkirin.

Li gor idîaya Aldar Xelîl, PYD xwestiye bi riya rêxistinên weke Cebhet El Nusra bikeve rojavayê Kurdistanê û dagîr bike lê bi serneketiye.

Serkirdeyê Tev Demê Aldar Xelîl, dibêje Tirkyê dixwaze ciwanên rojava ku navê Pêşmergeyên rojava li wan dikin, bibe cem xwe ji bo berjewendiyên xwe wan bi kar bîne.

Aldar Xellî diyar dike ku ew naxwazin şerê biratiyê bikin lê eger pêşmergeyên rojava derbas bibin wê şer derkeve.