Ji aliyê Kovara Glamour ve, îsal 6. pêşbirka “reva bi solên bipehnî” hat lidarxistin. 150 jin yên bedew, beşdarî pêşbirka îsal bûn. Xweşikên ku başdarî pêşbirkê bûn, lazimbû ku bilindiya pehnîya solên wan hêrî kêm 9 santîm bin.
Ji bo ku karibin 3 hezar dolar xelata pera qezenç bikin, lazimbû ku pîsta 50 metreyî di rêza yekem de biqedînin.
Pêşbirk, Marina Konovalova qezenç kir û 3 hezar dolar girt. Di pêşbirkê de yên 2. û 3. jî, çeka 2 hezar dolarî a danûstandinê qezenç kirin.