Serrûpel Nûçe Ocalan bi malbata xwe re hevdîtinan dike

Ocalan bi malbata xwe re hevdîtinan dike

Belav bike
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergîn, di mijara hevdîtinên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û parêzerên wî de axifî û diyar kir ku, car caran Ocalan bi malbata xwe re hevdîtinan dike lê bi parêzerên xwe re 14 mehene ku hevdîtin nekiriye.
Li ser ekranên NTV’yê Ergîn, pirsên nûnera NTV’yê a Enqerê Nîlgun Balkaç bersivandin. Sadullah Ergîn îfade kir ku, ji bo çareserkirina pirsgirêka “terorê” karin Ocalan jî tevlî pêvajoyê bikin.
Di çapemeniya ku nêzika PKKê ye de jî, tê îfade kirin ku, her heftê parêzerên Ocalan serî lê didin ku biçine Îmraliyê lê her tim tê gotin ku, “keştiyê xirabeye” û hevdîtin tên astengkirin. Ev 425 rojên ku Ocalan bi ti kesî re hevdîtin nekiriye.
Dîsa di vê mijarê de hefta borî Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş jî, di axaftineke xwe de anîbû ziman ku, 420 rojên ku bi Ocalan re hevdîtên nayên kirin û em tenê zanin ku Ocalanî sax e.