Avestakurd – Îro (10/10/2012) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Franseyê yê li Îraqê Denys Gauer kir. Di hevdîtinê de ji bilî rewşa Îraqê û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, behsa rewşa penaberên Kurdên Rojava yên li kampa Domîz dimînin jî hate kirin.