Serêkaniya Başûr, piştî çend hefteyên bêdeng careke din rasta êrîşa komên çete hat. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, îro piştî nîvro, seet di derdorê 14.00 an de, komên çete yên ku têkiliya wan bi rêxistina El Qaîdeyê re hene, êrîş birine ser Serêkaniya Başûr. Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiv dane êrîşên komên çete û di navbera her du aliyan de şer û pevçûn derketiye. Di pevçûnan de 11 endamên komên çete hatine kuştin û zêdetirî 20 çetevan jî brîndar bûne. Endamên komên çete yên ku brîndar bûne, derbasa Serêkaniya Bakur (Ceylanpinar) bûne û li wira rakirine nexweşxaneyan. Dîmenên brîndaran yên endamên komên çete, ku bi ambulansa ew veguhestine nexweşxanê, di televizyonê de jî hatin weşandin.
Pevçûna di navbera YPG û komên çete de heta derengî êvarê jî dewam kiriye.











































