Serrûpel Nûçe Li Îzmirê Hamleta bi Kurdî (Vîdyo)

Li Îzmirê Hamleta bi Kurdî (Vîdyo)

Belav bike

Hamleta bi Kurdî, piştî welatên Holanda, Swêd û bajarên Amed, Enqereyê li Îzmirê jî hate pêşandin. Li Îzmirê, Hamleta bi Kurdî eleqeyeke mezin dît. Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Bajarê Mezin yê Îzmirê Azîz Kocaoglu û Serokê Komeleya Rojnamevanên Îzmirê Atilla Sertel bi hev re Hamlet temaşe kirin. Zêdetirî 700 şanohez, bona ku karibin Hamleta bi Kurdî temaşe bikin berê xwe dane Navenda Çanda Fuarê. Ji ber ku eleqe mezin bû, Hamlet ji salona biçûk girtine saloneke berfirehtir.
Hamleta bi Kurdî ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê û şanogerên Teather Rest ve hatiye pevxistin. Li Îzmirê di bergeha Mîhrîcana Şanoyê a Îzmirê a Navneteweyî de hate pêşandin. Lîstikê qasî 2 seeta dewam kir û ji aliyê temaşevanan ve li ser linga hate çepikandin.