AVESTA KURD - Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê, digel Robert Ford sefîrê Amerîkayê yê Suriyeyê civiya.
Di civînê de ku, konsulê Amerîkayê yê herêma Kurdistanê jî amade bû, behsa rewş û bûyerên li Suriyeyê diqewimin kir û her du alî hevfikir bûn ku, rewşa Suriyeyê ber bi aqarekê xerab diçe.