Serrûpel 2012 Kanûn

Arşîva mehane: Kanûn 2012

“Em niha jî serxwebûna aborî dixwazin”

AVESTA KURD - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji kovara Time World-ê re got Kurdistan ji berê zêdetir nêzîkî serxwebûnê bûye lê belê ji bo kurdan ya giring niha ew e ku ji aliyê aborî ve di hundirê Iraqê de serbixwe bibin û got yê ku yekîtiya Iraqê jî herî zêde dixe xeterê Nûrî Malikî ye.

Ji Raya Giştî ya Pejindar a Kurdistanê re

AVESTA KURD - Me wek MAR-HAS û Tevgera Ciwanên Kurdistan, ji bo pirsgirêkên gelê xwe yê Rojava çareser bikin kapanyayek alîkariyê da destpêkirin. Di destpêkê de fikara me ew bû ku mirovên me ji wan konên xerab derkevin û di avahiyan de bi cih bibin û pêdiviyên wan ê lezgînî wek cil û berg û xwarin bên temînkirin. Di vî warî de em spasiya xwe ji hemû mirovên pejindar pêşkêş dikin.

Alain Delon Jenosîda Ermeniyan şermezar kir

AvestaKurd - Aktorê navdar yê sînemaya Fransiz Alain Delon, li Ermenistanê beşdarî galaya fîlma bi navê "Ji Dayikan Re Salên Baş" bû. Li paytext Erîvanê rasta eleqeyeke mezin hat. Delon bi Sarkisyan re hate ba hev û Jenosîda Ermeniyan şermezar kir.

 Semînerek li ser edebiyat û çanda kurdên Sovyetê

AVESTA KURD - Li Amedê ji aliyê nivîskarê Kurd Ekserê Boyîk ve Semînera “li ser Edebiyat û çanda kurdên Sovyetê ” hat pêşkêş kirin.

Cihê 40 Rojiya Arşev hate guhertin

Rêzdarino: me berê vexwendina 40rojiya nivîskarê nemir Arşevê Oskan ji we re hinartibû, Cih hate guhertin, cihê nû ev e Navnîşan: Shiraz Eventhalle, Riemker Straße 108, 44625 Herne, Deutschland wekî din her tişt wek xwe dimîne...

Hewlêr: Nîv kîloyek zêr da Adil Îmam

AVESTA KURD - Rojdî Seîd, xwediyê Kompanya Adil Al Mutehîde, ku gelek hunermendên navdar birin Hewêlê û ew li Kurdistanê gerandin, hunermendê Erebî yê navdar Adil Îmam bire Hewlêrê.

“Ez tu caran ji Mam Celal bi dûrnakevim”

Xanima yekem a Êraqê Hêro Îbrahîm Ehmed ku ligel Serokomarê Êraqê Mam Celal îro roja pêncşemê jib o temamkirina çareseriyê berve Almanyayê ve birêketin bi daxuyaniyekê radighîne ku, her wek salên pester emê bihevre pêşwaziyê li sala nû bikin.

Pêla binçavkirinê didome: 36 kes hatin binçavkirin

AvestaKurd - Îro jî li 4 bajarên wek Stenbol, Êlih, Sêrt û Bedlîsê operasyonên hemdemî hebûn. Di operasyonên ku bi talîmata Serdozgeriya Komarê a Amedê ve hatin lidarxistin de, herî kêm 36 kes hatine binçavkirin.

Serokê AZADÎ tiştên balkêş dibêje

AVESTA KURD - Serokê Partiya Azadî Mustafa Cuma di hevpeyvîneke televîzyonî de tiştên balkêş di derbarê PYD û belavkirina alîkariyê de li ser milet dibêje.

Amedî di klîba “Pump It“ de dilîzin (Vîdyo)

AvestaKurd - Weqfa MEKSA a Amedê, ji bo ku balê bikişîne ser qursên pîşeyî yên ji bo zarokên ku tevlî sûc bûne hatine vekirin, klîba strana "Pump It" çêkir. Di klîbê de nêzika 150 xortên Amedî cîh girtin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com