Serrûpel 2012

Arşîva salane: 2012

Hunermend Nazik Nêrweyî xwe kuşt (Vîdyo)

AVESTA KURD - Hunermenda Kurd ya ciwan Nazik Nêrweyî, li devera Dêrelokê, ku başûrê Kurdistanê xwe avête Cemê Zê û dawî li jiyana xwe anî.

Altan û Çongar ji Tarafê îstifa kirin

AvestaKurd - Rojnamevanên rojnameya Tarafê Ahmet Altan û Yasemîn Çongar, ji Tarafê îstifa kirin. Altan, ev çendakbû ku di derbarê hikumeta AKPê û bi taybet jî di derheqê Srokwezîrê Tirkiyê Erdogan de rexneyên gran dikirin.

TAN li Almanya beşdarî vekirina Nûbiharê dibe

AVESTA KURD - Bi munasebeta vekirina komeleya Nûbiharê li Almanyayê wê mebûsê BDP û ronakbîrê Kurd ALTAN TAN li bajarê Herneyê li ser mijara “Di sedsala 21an de Rojhilata Navîn û Kurd” konferansekê bide.

“Sûriyê berê fûzeyên kîmyewî daye Îsraîl“

Avestakurd – Hevserokê Giştî yê PYD Salih Muslim der barê pêşketinên dawî yên li ser qada cihanê, Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyên balkêş û cidî dan. Muslim diyar kir ku rejîma Sûriyê berê fûzeyên Scud yên serikên wan kîmyewî ne dane Îsraîl û lewma jî dê mudaxeleyeke derve li dijî Sûriyê pêk neyê.

Şandeke KCD’ê li Hewlêrê ye

Avestakurd – Şandeke KCD'ê (Kongreya Civaka Demokratîk) ku di nav de her du parlementerên BDP'ê Mulkiye Bîrtane û Ozdal Uçar jî di nav de cih digirin, hatin paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêr.

20 komên çete tevlî şerê li Serêkaniyê bûne

Avestakurd – Hat zanîn, piştî pevçûnên dawî li Serêkaniyê a Rojavayê Kurdistanê qewimîn, 20 komên çeteyan tevlî şer bûne. Şer li gelek tax û deverên Serêkaniyê di navbera hêzên YPG'ê û van komên çeteyan de dijwar bûye. Her weha hêzên YPG'ê li 2 xaniyên ku komên çete weke navend ji bo xwe bi kartîne, alên Tirkiyê, kombiyoter û belgeyên nû der barê van koman de bidestxistine.

“Kurd êdî ji gotina bratiyê îkrah dikin“

AvestaKurd - Parlementerê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, li Desteya Giştî a Meclîsê li ser navê BDPê axifî û got, "dev ji gotina bratiyê berdin, Kurd êdî ji vê peyvê îkrah dikin."

Salihê Heydo, Derwêşê folklora kurdî

Bi fikra "dîroka esasî dîroka folklorîk e, ya nivîsandî li gorî berjewendiyên desthilatdaran hatiye nivîsandin” derket rê û 40 salan de 3 hezar stran, 4 hezar gotinên pêşiyan, 900 çîrok û tiştonekên zarokan kom kirin. Her wiha 100 CD’yên ku ji dîmenên stranên govend û dîwankî pêk tên amade kirine. 27 pirtûkên ji xebatan pêk tên hatine çapkirin. Daxwaza wî jî ewe ku van xebatên xwe wekî arşîvekê bide xizmeta gel. Ji bo vê jî alîkariya saziyên çandê dixwaze.

Tirkiyê 500 çekdar şandiye Rojava

AvestaKurd - Tirkiyê, nêzika 500 çekdarên komên çete yên ku li Serêkaniya Başûr, bi hêzên YPGê re şer dikin şandine Rojava. Endama DBK'ê Îlham Ehmed eşkere kiriye ku 500 çekdar ji Tirkiyê derbasa Kurdistana Rojava bûne.

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij

Ji bo xwendina hevpeyvînê http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/em-statyek-mna-kurdistana-basr-dixwazin-h2952.html
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com