Serrûpel 2012

Arşîva salane: 2012

Tevgera Artêşa Îraqê aramiya welat xerab dike

Avestakurd – Ji bo nirxandina pêşketin û bûyerên dawî yên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de dibin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Îraqê Celal Telabanî li peytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê civiyan. Civîna ji çapemeniyê re girtî 3'ê demjmêran domkir û der barê rewşa dawî de her du serok xwedî yek dîtin bûn.

AA: Ketîbeya Xuraba El Şam nûnertiya me nake

Avestakurd – Artêşa Azad a Sûriyê der barê bûyerên li Serêkaniyê qewimîn û Ketîbeya Xuraba El Şam de daxuyaniyek da raya giştî. Di di daxuyaniyê de Artêşa Azad radigihîne ku ti têkiliya wan bi vê komê re nîne û ev kom nûnertiya Artêşa Azad nake.

Li Şemzînan şer dijware: 38 leşker hatine kuştin

Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Şemzînan a parêzgeha Colemêrgê pevçûnên dijwar di navbera gerîlayên PKK'ê û leşkerên Artêşa Tirkiyê de qewimîne. Di van pevçûnan de di nava 3'ê rojan de 38 leşkerên Tirk hatine kuştin û helîkopterek hatiye xistin.

Sûretên Saddam serê dêwê çapemeniyê xiste belayê

AvestaKurd - Serê patronê dêwê çapemeniyê News Corp.ê Rupert Murdoch, bi sûretên nîvtazî yên Saddam Huseyîn re kete belayê. Ev sûretên Saddam dema ku di hepsê de bû bi dizî hatibûn kişandin.

“Em dikarin navbeyniya DBK û Tirkiyê bikin“

AvestaKurd - Hevserokê BDPê Demîrtaş, di komcivîna partiya xwe a li meclîsê de axifî. Demîrtaş îfade kir ku pêwiste Tirkiye bi Kurdên Rojava re rûne û ku bê xwestin em karin navbeyniya DBK û Tirkiyê bikin.

Şemamê bi dengê keçeke efrîqî

AVESTA KURD - Keçeke ji Gabon, bi navê Nadya, strana Şemamê bi kurdî dibêje. Fermo temaşe bikin.

YPG 14 cenaze radestî koma çekdaran kirin

Avestakurd – Yekîneyên Hêzên Parastina Gel (YPG) 14 cenazeyên endamên koma çekdar a bi navê Ghuraba El Şam radestî wan kirin.

PYD û Grûpên çekdar li Serê Kaniyê li hev hatin

AVESTA KURD - Serokê Meclîsa Netewî ya Sûriyê yê berê Abdulbasit Seyda, got bi navbênkariya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, PYD û grûpên çekdar ku derbasî Serê Kaniyê bûbûn, li hev hatin.

PKK: Emê piştgiriya pêşmergan bikin

Avestakurd – Der barê hatina hêzên Dîcle yên Nûrî El Malikî bo devera Kerkûkê, PKK'ê ragihand ku ew ê bi hemû hêza xwe piştgiriya pêşmergan bikin li dijî leşkerên Îraqê.

Ocalan rêberê mixalefeta Tirkiyê ye (Vîdyo)

AvestaKurd - Rojnamevan Fatih Altayli, li ser ekranên Haberturkê, di mijara bidawîbûna grevên birçîbûnê de gotinên balkêş kirin. Anî ziman ku Ocalan, di mixalefeta Tirkiyê de rêberê yekem e.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com