Obama hêstir barandin
AvestaKurd - Serokdewletê Amerîka Barack Obama, piştî serfiraziya xwe a hilbijartinên serokatiyê, li Chicagoyê derkete pêşberî xortên ku piştgiriya wî kiribûn. Obama di axaftina xwe de hêstirk barandin.
Li Sêrtê helîkopterek ket: 17 leşker mirin
Avestakurd – Hat zanîn, serê vê sibehê (10/11/2012) helîkoptereke Skorsky ku hêzên taybet vedugeheste herêma Sêrtê li navçeya Berwariyê ya Sêrtê ket û 14 leşkerên taybet ligel 3'ê leşkerên pîlot yên di helîkopterê de mirin.
Serokê CIA dev ji karê xwe berda
Avestakurd – Serokê CIA (Rêxistina Navendî a Îstîxbaratiya Emerîka) David Petraeus bi rêya nameyekê ji Serokê Emerîka Barack Obama xwest daxwaza wî ya hêlana erkê Serokatiya CIA'yayê qebûl bike.
8 parlementerên BDP dest birçîbûnê dikin
Avestakurd – Piştî parlementera bajarê Amedê Emîne Ayna û parlementerê bajarê Wanê Ozdal Uçar dest bi rojiya birçîbûnê kirin, îro jî (10/11/2012) dê bi armanca piştgiriya rojiya birçîbûnê ku derbasî roja xwe ya 60'an bû 8 parlementerên din jî dest bi rojiya birçîbûnê bikin.
Dirbesê û Tiltemirê ji hêzên Esed paqij bûn
Avestakurd – Li her du bajarokên Rojavayê Kurdistanê Dirbesiyê û Tiltemûrê gelê Kurd rabû ser piyan û rêveberiya her du bajarokan xistin destê xwe.
Bi panzeran êrîşî nimêjvanan kirin (Vîdyo)
AvestaKurd - Li navçeya Colemêrgê li Geverê, polîsan êrîşa cemaata ku nimêja înê a sivîl dikir kir. Welatî di nav bombeyê gazê de man lê dîsa jî nimêja xwe bernedan.
Bexdat ji Gazprom re got: Ya Îraq ya Kurdistan?
Avestakurd – Hikûmeta Îraqê ya Bexdayê daxwaz ji şirketa mezin a petrolê Gazprom ya Rûsiyayê kir ku di warê peymanan de xwe zelal bike û yan Îraq yan Kurdistanê hilbijêre.
PYD dîsa êrîşî meşa Kobanî kir (Vîdyo)
AVESTA KURD - Peyamnêrê me niha ji Kobanî ragihand ku çekdarên PYD êrîşên bi sîlehan birin ser kesên ku îro meşiyan
Nexwe YPG girêdayî kê ye û kî birêve dibe?
Avestakurd – PYD'ê ragihand ku ti hêzên wan yên çekdar nîne, lê baweriya wan bi xweparastinê tê û ew YPG'ê (Hêzên Yekîneyên Parastina Gel) hêza rewa ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibînin. Newxe YPG'ê girêdayî kîjan alî û siyasetê ye? YPG'ê ji hêla kîjan aliyê ve tê birêvebirin?
Lady Gaga mîlyonek dolar bexşande Xaçasor
AvestaKurd - Stranbêja Amerîkî Lady Gaga, ji bo alîkariya kesên ku ji bagera Sandy zirar dîtine, mîlyonek dolar bexşande Xaçasor. Pere li ser navê bav, dayik û xuçkên xwe bexşandiye.


































