Mihemmed Shahid Nazirê Pakistanî, bi strana xwe a “One Pound Fish” di çapemeniya civakî de bû fenomenê nû. Vîdyo klîpa strana “One Pound Fish” di nav 48 seetan de ji aliyê zêdetirî mîlyonek kesî ve hate temaşekirin. Bi vê serkeftinê Shahid Nazir xuya ye ku wê stranbêjê Koreya Başûr PSY û strana wî “Gangnam Style” ji text bixîne û li ser textê wî rûne. Strana “One Pound Fish” tenê bi vîdyo klîpeke xwe, heta niha nêzika 13 mîlyon kesî ve hatiye temaşekirin.
Serpêhatiya Mihemmed Shahid Nazir jî gellekî balkêş e. Nazir, berî salekê ji bo ku baştir karibe debara xwe bike û li hevjîn û 4 zarokên xwe xwedî derkeve çûye Îngiltere. Strana “One Pound Fish” jî, li Îngiltere bona ku karibe zêdetir masiyên xwe bifiroşe çêkiriye û gotiye.
Nazir, bi strana xwe piştî Îngiltereyê, niha li çar aliyê cîhanê tê naskirin û temaşekirin.