Ji 3 jinên Kurd; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez, yên ku li Parîsê ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin, derkete holê ku, Serokomarê Fransa François Hollande ji wan yek nasdikir.
Hollande, di daxuyaniyeke xwe de îfade kiriye ku ji wan yek, bi rêkûpêk dihat bi wan re hevdîtin dikir û ji ber vê wî wa jina naskiriye. Serokomarê Fransa qetilkirina sê jinên Kurd wek hovîtî bi lêv kir.
Hollande, navê jina ku nasdikir eşkere nekir lê, tê texmîn kirin ku ew Fîdan Dogan e. Çimkî tê zanîn, li Fransa bi gellek siyasetmedaran re têkiliyên Fîdan Doganê hebûn.