Serrûpel 2013 Çile

Arşîva mehane: Çile 2013

“Esed û malbata xwe di keştiya şer a Rus de dimînin”

AvestaKurd - Gelo Serokdewletê Suriyê Beşşar Esed û malbata wî di keştiya şer a Rus de dimînin? Xwediyê vê îdiayê rojnameya Erebistana Siûdî El Vatan e. Li gorî îdiaya rojnameyê Esed, xwe di keştiya şer de hîn di ewlehiyê de dibîne.

“Ez çima neçûm ser gora Elçî?“

Şerafeddîn Elçî, di 25. 12. 2012-an de çû ser dilovaniya xwe. Bila serê malbat û hevalên wî sax be. Ez û Elçî dost bûn; em dostên hev yên kevn bûn. Em di dema Derbaya Leşkerî ya 12-ê Adara 1971-an de bi hev re hepis razan. Me bi hev re partî ava kir. Lê ez beşdarî rewresma wî nebûm û neçûm ser gora wî.

“Balikçi“ xiste stûyê Frensa û Sûriyê

AVESTA KURD - Ilhan Işik ku bi navê kod Balikçi tê naskirin, û navbênkarî di navbera PKK û MITa Tirk de kiribû, got ew bawer nake destê PKK û Tirkiyê di kuştina Sakine Cansiz û her du hevalên wê de hebe.

“Parastina mafê federasyonê ji bo Kurdên rojava“

AVETSA KURD - Di hevpeyvînekê de ligel radyoya Sawa, berdevkê seroktiya herêma Kurdistanê Dr. Omîd Sabah got ku seroktiya herêma Kurdistanê ji bo parastina mafê rewa û federasyonê ji bo Kurdên rojava kar dike.

“Kujer hûn in“ (Vîdyo)

AvestaKurd - Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, li ser kuştina sê jinên Kurd, li Amedê daxuyaniyeke tund da û îfade kir, kî ku dixwaze vê bûyerê veşêre û bi awakî din nîşan bide kujer wana ne.

Berî niha bi 12 salan

AVESTA KURD - Berî niha bi 12 salan me dest bi weşana AVESTA KURD kir.

Hejmara yekê ya Kovara Dîwar derket

Li Elmanyayê, Kovareke nû, wêjeyî û mehane , bi hejmara xwe ya yekem, tev li kerwanê weşanên kurdî bû. Kovar wê li çaraliyên cîhanê û her devera xwendevanên kurdî lê hebin, bê belavkirin. Herwisa jî li Kurdistanê.

Pêşangeha “Rengên Ji Amûdê” li Beyrûtê vekir

Ew şêwekarekî welatperwer û nitşimanî ye. Pir bi çand û kelepûra xwe ya kurdî ve girêdayî ye. Ev 8 sal in ew û malbata xwe li Beyrûtê dimînin, lê belê rojekê jî wî welat ji bîr nekir, êdî ew her jîngeha xwe li milê xwe dike û bi pira xwe ya germ rastiya dever, cih û kolanên ku ew lê jidayik bûye û êş û kederên xelkê xwe, di tabloyên xwe de, ci bi cih dike.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com