Serrûpel Nûçe Vexwendin ji bo Weqfa Ismail Beşikçi

Vexwendin ji bo Weqfa Ismail Beşikçi

Belav bike

Rêzdaran,

Destpêkê silav û rêz.


Îsal jî em, dost û alîkarên Weqfa Ismail Beşikçi, li Kolnê civînekî çêdikin. Dê birêvebirên Weqfê jî ji Istanbulê werin beşdarê civînê bibin. Armanca civînê, pevguhestina agahdariyên derbarê Weqfê de û berhevkirina alîkariya malî ji bo Weqfê ye. Hem Weqif û hem jî em dostên Weqfê, naxwazin li Ewrûpa bi destê kesan ji bo Weqfê alîkariya diravî berhev bikin. Ya rast ew e ku birêvebirên Weqfê raste rast beramberê meqbûz û koçanên xwe alîkariyê berhev bikin. Ev kar dê di civînê de pêk were.

Em hêvîdar in, hûn civînê bidin nasîn, werin li civînê beşdar bibin û alîkariyekî bidin Weqfê.

Piştî civînê em dixwazin bi mêvanên xwe re herin xwarinê û sohbeta xwe li wê derê jî bidomînin. Kesên bixwazin beşdarê xwarinê jî bibin, hewce ye derengtir rojekî berê em agahdar bikin.

Cîh û dema civînê li jêr e:

03.03. 2013 (Yeksem / Pazar) Saet/Saat 12:00 – 16:00

DGB-Haus (Büyük Salonu‘nda/ Salona Mezin)

Hans-Böckler-Platz 1, 50672 Köln