Avikê mêran li gorî 100 sal berê ji % 90 kêm bûne
AvestaKurd - Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê a Cîhanê, hejmara avikê (sperm) mêran her diçe kêm dibe. Sed sal berê, di mîlîmetreyê de
hejmara avikên mêran 100 û120 mîlyon bûn, niha hejmara avikan daketiye 15 mîlyonî.
Otomobîlên Parlementerên BDP anîne vî halî
AvestaKurd - Li bajarê Sînopê, komeke nijadperest êrîşa parlementerên BDPê kirin. Wesaîta parlementerên BDPê jî xistine halekî ku nayê
bikaranîn û wesaît talan kirin.
Salih Mislim lêborîna xwe ji serok Barzanî xwest
AVESTA KURD - Hevserokê PYD Salih Mislim li ser hevpeyvîneke xwe di rojnameya Libnanî Al Safîr de ku têde bi nebaşî behsa serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû û gotibû ku Barzanî hewl da di bin bandora Tirkiyê de dest deyne ser rojavayê Kurdistanê lê bi serneket û cemawerê xwe wenda kir, lêborîna xwe ji Barzanî xwest.
Hewlêr û Enqere rêkeftineke mezin îmze dikin
AVESTA KURD - Ajansa Nûçeyan Reutersê raportek derbarê pêşketina Herêma Kurdistanê di warê petrolê de belav kiriye û têde tê gotin ku berpirsên İraqê hemû hewl û hêza xwe xistine tevgerê daku şirketa Exxon Mobil a Emerîkî razî bikin dest ji karê xwe yê Herêma Kurdistanê berde û li kêlgehên petrolê yên Besrayê dest bi karê veberhênanê bike. Di vê çarçoveyê de jî du hefte berê Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî ligel Berpirsê Exxon Mobil Rex Tillerson civiya.
“Tirkiyê di azadiya çapemeniyê de daket rêza 154”
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a Navneteweyî (RSF) derbarê rewşa rojnamegerên girtî de raporek amade kir. RSF'ê diyar kir ku sala 2012'an di azadiya çapemeniya cihanê de Tirkiye di nava 179 welatan de di rêza 154'an de cih digire.
Ji Paşa Amedî Pirtûkeke nû “Çûka keko Peko”
Avesta Kurd - Bav û kalanên me axîn, êş, evîn, hêvî, hest û heyelên xwe yê veşartî bi zindî ji zarokên xwe re gotine û hatine gihîştîne me, û bûne çîrokên jiyanê.
Ji Mam Celal agahiyên baş tên
AvestaKurd - Ji aliyê Biroya Çapemeniyê a Qesra Serokomariya Iraqê ve, di derheqê tenduristiya Serokomarê Iraqê Celal Talabanî de daxuyaniyeke niviskî hate belav kirin. Hatiye ragihandin ku tenduristiya Talabanî her roj ber bi başiyê ve diçe.
“Kemal Beg jî Kurd e û zencî ye“
AvestaKurd - Parlementerê BDPê yê Mûşê Sirri Sakik, daxuyaniya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û got, "ew jî wek min Kurd e, lê dibêje 'perwerdehiya bi Kurdî wê welêt dabeş bike.' Dixwaze reşikiya xwe bi boyaxê bigre."
Ronaldo ketiye çi halî!
AVESTA KURD - Ronaldo demeke gelekî qelew bûbû û ji forma xwe derketibû. Wî li ser Twitterê fotoyên xwe weşandin û xwest bêje ku ew vedigere forma xwe ya berê.
“Apê Îrbom“ xelata yekemîn girt
AVESTA KURD - Filmê derhênerê Kurd Mano Xelîl xelata yekem a Festîvala Sînama Netewî a Swîsra ya 2013 stand.



































