AvestaKurd - Li Serêkaniya Başûr, îro di navbera YPG û Artêşa Azad a Suriyê de peymana aşîtiyê hate îmze kirin. Peymana aşîtiyê ji 11 xalan pêk tê û li gorî peymanê, hemû hêzên çekdar dike bajêr terk bikin.
AvestaKurd - Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li Mêrdînê di civîna meclîsa bajêr a AKP a şêwiriyê de, li hemberî kêm hejmariyê xwe ranegirt. Erdogan peywirdarên teşkîlata AKPê rakirine ser piyan û hesab ji wan pirsî.
AvestaKurd - Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan, peyameke bi dîmen ji mîtînga li Strasburgê re şand. Karayilan got, "em dixwazin ji têkoşînê encamê bigrin. Hemleya me a 2012 an wê bidome lê em ji diyalogê re jî vekirîne."
AVESTA KURD - Duhî roja şemîyê 16.02ç2013ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedîn digel balyoz û nûnerên dewletên Yekîtiya Ewrupayê (YE) yên li Iraqê civiya.
AvestaKurd - Însiyatîfa Navneteweyî a "Ji Kurdistanê Re Aşîtî, Ji Ocalan Re Azadî"yê îlan da rojnameya The Guardianê. Di nav kesên ku îmze dane îlanê de, navên li cîhanê tên naskirin yên wek Arnaldo Otegî, Noam Chomsky û Vedat Turkalî jî hene.
AvestaKurd - Li bajarê Pakistanê li Ketta bombe hatiye teqandin. Di encama teqîna ku li herêma zêdetir Şiî lê dijîn de 47 kesan jiyana xwe ji dest dane. Dîsa zêdetirî 200 kes jî brîndar bûne.