AvestaKurd - Li bajarê Kobanî, di mala Kurdekî de, belgeyek kete destên hêzên ewlehiyê. Belge, êrîşên li dijî Kurdistana Rojava, rista Tirkiya eşkere dike. Li Rihayê civîn hatiye lidarxistin û di civînê de ji bo Rojava gellek biryar hatine girtin.
AvestaKurd - Li Hîndistanê 3 keçên ciwan, komeke muzîkê a bi navê Pragaash (Ronahiya Ewil) avakirin. Îlahiyatzanê payebilind yê Kaşmîrî Bashiruddin Ehmed, fetwe da ku ev ne li gorî nirxên îslamê ye û li dijî wan kampanyaya lîncê da destpêkirin.
AVESTA KURD - Ahmed Turk (bi tirkî: Ahmet Türk) (* 1942 li Mêrdînê) siyasetmedarekî Kurd û serokê DTP yê niha ye. Di nava refên CHP de dest bi polîtîkayê dike û di sala 1973 de dibe parlamenterê CHP yê Mêrdînê. Di Cûntaya leşkerî ya 1980 de tê girtin û di zîndana Amedê de dimîne.
AvestaKurd - Stranbêj Îbrahîm Tatlises, ji bo endamtiya MUSÎADê (Komeleya Karmend û Pişesazên Serbixwe) serî lê da ancax, bi hinceta "rewşa malî" serîlêdana Tatlises nehate qebûl kirin.
AVESTA KURD - Piştî gotûbêjên çend rojên borî û hinek têbiniyên mixalefetê, di rûniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê de proje-yasaya butçeya Herêma Kurdistanê bi piraniya dengan hat îmzekirin.
AvestaKurd - Ji aliyê fîrma lêkolînê MetroPOLLê ve, li ser pêvajoya Îmraliyê anketek hate lidarxistin. MetroPOLLê hevdîtinên li Îmraliyê ji 2502 kesan pirsî. Encamên balkêş derketin holê. Ji % 46.9 hevdîtinên bi Ocalan re dibêjin "erê."
AVESTA KURD - Hatiye ragîhandin ku di lîsteya kuştinê ya Şerê Taybet de navê 36 kesên naskirî hebûye ku yek ji wan jî serokkomarê Tirkiyê Ebduleh Gul bûye.
AvestaKurd - Keça 22 salî a bi navê Edith Casas, li welatê Arjantîn îmze avête zewaceke dersînor. Casas, bi kujerê cêwika xwe re zewicî. Zavayê teze, di sala 2010 an de cêwika hevjîna xwe a niha kuştibû û 13 sala ceza xwaribû.