AVESTA KURD - Li Tirkiyê, li navçeya Gebze, li ser avahiya Odeya Bazirganiyê poserê Ata Turk, bi munasebeta Cejna Zarokan û Desthilatdariya Netewî, hate daleqandin.
AvestaKurd - Ji aliyê SAMERê ve li 16 bajarên Kurdistana Bakur, bi 3 hezar û 433 malbatan re rûbirû anket hatiye lidarxistin. Ji % 74.7 kesên ku beşdarî anketê bûne baweriya xwe bi Ocalan tînin.
AvestaKurd - Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî, 2 wezîrên Kurd yê Karên Derve û Bazirganiyê guherandin û şûna wan 2 wezîrên nû tayîn
kirin. Wezîrên Kurd ji meha Adarê vir ve hikumeta navendî boykot dikin.
Li gorî sendîkaya rojnamevanan li Herêma Kurdistanê 203 radyo û qenalên televîzyonê hene. Li gorî daneyên sendîkayê 77 qenalên navxweyî hene. Li herêmê 23 qenalên asîmanî jî hene. Li Hewlêrê 12, li Silêmaniyê 8 û li Duhokê jî 3 qenalên asîmanî hene.
AvestaKurd - Li Brîtanya li herêma bi navê Windsor a ku berê herêmeke kraliyetêbû, îskeletekî jinekê a 4 hezar û 400 salî hate dîtin. Jin
bi zêrên xwe hatiye binaxkirin.
Avestaurd - Li nav kolanê êşkence bi Elewiyekî Suriyeyî kirin. Li Libnanê mirovekî ku eşkere bû Elewî û hemwelatiyê Suriyê ye, pêşiyê pê
êşkence kirin û dûra jî ben avêtine qirika vî û ew li kolanê gerandin.
AVESTA KURD - Desteya Kurd ya Bilind li rojavayê Kurdistanê bang li hemwelatiyan kir ku biçin serî li wan bidin ji bo ku ji bo otomobîla xwe plaka Kurdistanê bistînin.
AVESTA KURD - Hemwelatiyekî ku nû ji rojavayê Kurdistanê, derbasî başûrê Kurdistanê bû ye diyar kir ku li ser sînor ji rêwiyan re gelek astengî derdikevin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bûyerên îro yên bajarokê Hewîce li parêzgeha Kerkûkê şermezar kir û bikaranîna artêşê di arîşeyên navxweyî de wek ‘binpêkirina destûr û pîvanên dewletê’ zanî.