AvestaKurd - Li navçeya Kerkukê li Hewîceyê, di çalakiya protestoyî a li dijî Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî de, hêzên Iraqê êrîş birine ser
xwepêşanderan û di encama êrîşan de kêmtir 27 kesa jiyana xwe ji dest da, zêdetir 200 kes jî brîndar bû.
AVESTA KURD / Li gora agahdariyên ku îro belav bûne, wê sibe ango 24.04.2013 Murat Karayilan li Qendîlê di civîneke çapemeniyê de, bang li hêzên xwe bike ku êdî derveyî sînorên Tirkiyê derkevin.
AVESTA KURD - Şêx Murşid Xeznewî ku di televîzyona Ronahî de programa Qiblename pêşkêş dike, gotinên gelekî giran ji serokê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Al Partî) Dr. Hekîm Beşar re gotin.
AvestaKurd - Li cîhanê tenê li Tirkiyê bi navê "23ê Nîsanê Cejna Zarokan" rojek tê pîrozkirin. Ji aliyê din daneyên di derbarê zarokên li Tirkiyê jî tiştekî din radixîne ber çavan; Tenê di sala 1992 an de tam 117 zarok hatine kuştin.
AvestaKurd - Akademisyena Amerîkî a 32 salî, li Gîneya Nû a Papuayê, di demeke ku li daristanê di derbarê bandora guherîna siriştê a li
ser civîkan lêkolîn dikir, rasta tecawûza 9 kesan hat.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan. Bi helkefta salvegera 115 saliya derxistina yekem rojnameya Kurdî û roja Rojnamegeriya Kurdî ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî xuşk û birayên rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim û li erk û karên wan de hêviya serketinê bo wan dixwazim. Li cihê xwe ye li vê rojê da Mîqdad Mîdhat Begê Bedirxan bi bîr bînîn ku bi derxistina yekemîn rojnameya Kurdî li Qahîre derbasgeheke nû li rûyê geşbûna ferhenga gelê Kurd kiriye.
AvestaKurd - Mankena navdar Kate Moss û aktrîsta sînemaya Holywoodê Sharon Stone, li bajarê Sao Paolo yê Brezîlya, mora xwe li şeva ku bona alîkariya AÎDSê hatibû organîzekirin xistin.