Serrûpel 2013 Nîsan

Arşîva mehane: Nîsan 2013

KCD ji bo vekişîna PKKê komisyona şopandinê ava dike

AvestaKurd - Li Amedê komcivîna awarte a KCDê (Kongreya Civaka Demokratîk) pêk hat. KCDê di danezana xwe de diyar kir ku, biryar ji bo avakirina "Komisyona Şopandin a Pêvajoyê" hatiye girtin ku, vekişîna dersînorê Tirkiyê a PKKê di nêz de bişopînin.

“Divê Kurd leşkerên Tirkan bin“

AvestaKurd - Rojnamevanê rojnameya Zamanê Cemal Uşşak, ku ew wek mirovekî cemaeta Gulen tê nasîn, di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de dibêje: "Di nav artêşa Îslamê de bila Tirk fermandar, Kurd jî leşkerê wan bin."

“Em serokatiyeke dîktatoryal qebûl nakin”

AvestaKurd - Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, hevpeyvînek da rojnamevana Tarafê Neşe Duzelê. Demîrtaş dibêje, "ku AKP di makezagonê de Kurdistana Xweser binivîse jî em wek BDP, makezagona ku serokatiyeke otorîter wê derxîne holê re nabêjin erê."

Serokwezîr çû Silêmaniyê (FOTO)

AVESTA KURD - Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî derçûna 270 polîsên xola 4.mîn ya zankoya polîsan li Silêmaniyê bû.

Ehlamê gav paşve avêt

AVeSTA KURD - Hunermenda ereb Ehlam Şemsî, diyar kir ku mebesta wê ji gotina “Divê Perwaz nûnertiya Iraqê bike nek Kurdistan“ bêhurmetî li hember kurdan nebûye.

Serokê PKK xwest 5 girtiyan ji cem wî bibin

AVESTA KURD - Serokê PKK Abdullah Ocalan, xwest 5 girtiyên ku li zimdana wî bû, ji cem wî binin.

Piştî agirbesta PKKê Tirkiyê 149 “Kalekol” çêkirine

AvestaKurd - Dewleta Tirkiye li ser sînorê Tirkiye û Iraqê qereqolên ku wek "Kalekol" binav dike çêdike. Derkete holê ku ji agirbesta PKKê vir ve li ser çiya û girên bilind heta niha 149 Kalekol hatine avakirin.

Li vî welatî bakîre nikarin bizewicin

AvestaKurd - Li welatê Guam, keçên ku bakîrene nikarin bizewicin, zewac qedexe ye. Keçên bakîre yên ku dixwazin bizewicin, hîn ku nezewicîne mecbûr in ku bekareta xwe xira bikin.

Aktrîsta navdar bi rêbazeke Kurdî xwe derman dike

AvestaKurd - Stêrka Amerîkî a sînemayê Jennifer Aniston, bona ku ji stresê xwe dûr bigre, gera xwînê lezgîn bike û xwe ji depresyon û selûlîtan biparêze rêbazêkê Kurdî a "îskan lêxistinê" bikartîne.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com