Li Reyhanliya Hatayê a Tirkiyê, şemiya borî du bombe teqiyan û li gorî ragihandina fermî 51 kesa jiyana xwe wenda kir. Niqaşên li ser bûyerê di rojeva Tirkiyê de bi granî cihê xwe digre.
Rojnamevanê Starê Hakan Albayrak, bi îdiayeke ku xwîna mirovan dicemidîne derkete holê. Albayrak di gotara xwe a bi sernivîsa “Li Reyhanliyê wehşeta wek Neo-Naziyan” qala wehşeteke nedîtî dike.
Îdia Albayrak ev e ku, piştî teqîna li Reyhanliyê, welatiyên li Reyhanliyê êrîş birine ser penaberên ku li Suriyê xwe spartine Tirkiyê. Di êrîşan de bi keviran serê penaberên Suriyeyî parçe kirine û kuştine. Albayrak dibêje, “ez yekî teqez dizanim.”
Rojnamevan Albayrak wiha dinivîse: “Kesên ku mirovekî di nav xwînê de mabû hewl didan ku rakine nexweşxanê, dema ku penaberên Suriyeyî dîtin, mirovê brîndar berdan û êrîşa penaberên reben kirin. Kevirên ku li erdê rakirin yên mezin li serê penaberan dixistin.”
Di berdewamiya nivîsa Albayrak de tê diyarkirin ku, bi hezaran penaberên Suriyeyî newêrin li malên xwe derkevine derve, çimkî ji aliyê nijadperetan ve têne lînçkirin. Heta kesên extiyar û nexweş jî newêrin biçine nexweşxaneyan.
AVESTA KURD











































