Partiya Gel a Komarê (CHP) di bergeha pêvajoya çareseriyê de anketek lidarxist. Di anketa CHPê de encamên balkêş derketine holê.
Li gorî anketê, Tirk naxwazin bi Kurdan re bibine cîran. Balkêş e; ji % 60 Tirk cîraniya Kurdan naxwazin, lê ji % 80 Kurd dixwazin bi Tirkan re bibine cîran.
Di anketa CHPê de çend xalên ku derketine pêş:
– Li Tirkiyê ji % 75 xwe Tirk dihesibînin. Rêjeya ku li Tirkiyê beyan dikin “em Kurd in” ji % 6 e.
– Li Kurdistana Bakur (Herêma Rojhilat û Herêma Başûr Rojhilatê Anatolya) kesên ku xwe Kurd dibînin ji % 25 in. Li herêma Marmara û Behra Spî rêjeya kesên ku dibêjin “em Kurd in” ji % 15 ye.
– Li Kurdistana Bakur (Herêma Rojhilat û Herêma Başûr Rojhilatê Anatolya) kesên ku xwe Tirk dihesibînin ji % 2 û nîv e.
– Li Herêma Başûr Rojhilatê Anatolya rêjeya kesên xwe wek mensûbê mezhebê Sunî-Hanefî dihesibînin ji % 35 e. Ji % 59 xwe Şafiî dibînin.
– Ji % 70 Şafiî dengê xwe didine BDPê. Ji Şafiiyan beşeke pirr kêm dengên xwe didine CHPê. Ji % 80 Suniyên Hanefî dengên xwe didine AKPê.
– Ji pirsa “hûn dixwazin bi Kurdekî re bizewicin?” re, bersiv ji % 50 “na” ye.
– Rêjeya Kurdên ku piştgiriyê didine pêvajoya çareseriyê ji % 80 ye û Tirk jî nîvenîv destek didine pêvajoyê.
– Bi gelemperî Tirkiyê rêjeya kesên ku li dijî “pergala serokatiyê” derdikevin ji % 70 ye. Ji AKP û BDP jî ji % 50 li dijî pergala serokatiyê ne.
AVESTA KURD







































