AvestaKurd - Hevserokê KCDê Ahmed Turk, di salvegera 76. a Komkujiya Dêrsimê de, çû Dêrsimê û beşdarî merasîma bibîranînê bû. Turk,
ji ber ku her tim xelkê Dêrsimê dengê xwe dide CHPê nerazîbûna xwe nîşan da û got, "ev şerm besî we ye."
AvestaKurd - Stranbêj û lûstikvanê resen Kurd Ozcan Denîz, li bajarê Aydinê, di demeke ku çû ser gora pîr û kalê xwe hate şêlandin. Ozcan Denîz braziyê dengbêjê navdar Şakîro ye.
AVESTA KURD - Piştî êrîşa ku li Reyhanliya Hatayê pêk hatî 4 wezîr çûn herêma ku bûyer lê pêk hatî û hatin ba hev. Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler, Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, Wezîrê Tendûrîstiyê Mehmet Muezzinoglu û Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay li herêmê hatin ba hev û derketin pêşiya çapemeniyê.
AvestaKurd - Piştî 14 salan wesiyeta kesê Suryanî Cemîl Yaramiş bicih anîn û ew li Katoyê binax kirin. Yaramiş, ji ber ku gundê wan hate valakirin koça Belçîka kiribû û 14 sala berê jiyana xwe wenda kiribû.
AvestaKurd - Serokdewletê berê yê Guetamala Jose Efrain Rios Montt, li welatê xwe bi doza, "li dijî xelkê Maya komkujî kiriye û li hemberî mirovahiyê sûcdar e" dihate darizandin ceza xwar. Doz bi encam bû û dîktatorê berê 80 sal cezayê girtîgehê xwar.