AVESTA KURD - Li bajaroê Hatay -Reyhanli 2 otomobîl hatine teqandin û di encamê de 40 kes hatine kuştin û 100 kes birîndar bûn, piraniya birîndaran birîna wan giran e.
AvestaKurd - Akademisyen û nivaskarê Tirk Mumtazer Turkone, ku tê zanîn mirovekî neteweperest e, li ser ekranên televizyonekê
nijadperestên Tirk sûcdar kirin û got: "Ez welatperweriya Tirkan dabeşkar dibînim."
AvestaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulend Arinç, ji bo gerîlayên PKK yên ku vedikişine dersînorê Tirkiyê îfadeya, "bila bicehnimin
(bila biçine binî cehenemê)" bikaranî.
AvestaKurd - Li navçeya Agiriyê li Bazîdê, Kurdekî bi navê Edîp Kaya, ku di serwîsa teknîkî a têlefonan de dixebite, ji bo ku menuya
têlefonên berîkan bi Kurdî be, bernameyek nivîsiye û di ceribandinê de jî biserketiye.
AvestaKurd - Rayedarekî hêzên Pêşmergeyan ragihandiye ku, 16.Tugaya Artêşa Iraqê a li bajarê Sileymaniyê, tevlî Wezareta Pêşmergeyan a Hikumeta Herêma Kurdistanê bûye.
AVESTA KURD - Endamê polîtbîroya YNK (Yekîtî Niştimanî Kurdistan), parêzerê Kerkûkê û doktorê taybet yê serokê Îraqê Celal Talabanî, Dr. Necmedîn Kerîm bersiva nûçeya Avesta da.
AvestaKurd - Siyasetmedara Kurd û şêwirmenda berê a Serokomarê Iraqê Celal Talabanî Hatice Yaşar (Xecê), serbest hate berdan. Xecê piştî 33 salan vegeriyabû Tirkiyê û li Enqerê hatibû girtin.
AvestaKurd - Di sedsala 21 an de, Li Tirkiyê, li navçeya Êlihê li Sasonê, li gundê Çagliyê zarokên Kurdan, di bin mercên kevnare de perwerdehiyê dibînin. Ne dibistan heye, ne mamoste û ne jî bi zimanê xwe perwerdehî.
AvestaKurd - Li Kolombiyayê serkêşê rêxistina sûcê a bi navê Los Toposê Giovannî Rebolledo, ku bi salan e polîs dixwaze bigre, ji bo ku xwe nede dest, bi operasyonên estetîk xwe kiriye jin, lê dîsa jî hate girtin.