Berdevkê Desteya Bilind Ehmed Silêman û endamên Desteyê Îsmail Hemê, Siûd Mele, Sînem Muhamed û Salih Muslim di nava şanda Kurd de cih dirin, ewê îro ligel Lavrov bicivin.
Şandeya Desteya Bilind wê heta 7 hezîranê li Moskova bimîne û ligel hinek partiyên sîyasî parlamenter û akademisyenan re dan û standinên diplomatîk pêk bîne.
Berya 2.mîn Konferansa Cenevreyê ku pirsgirêka Suriyê dê bê nîqaşkirin de ji aliyê Rusya ve vexwendina bi fermî a ji bo Desteya Bilind a Kurd, balkêş e.
Berdevkê Desteya Bilind Ehmed Silêman got, em wek alîgirê serbixwe dixwazin tevlî Konferansa Cenevreyê bibin.
Amadekirin: Jiyan Jîr












































