Rojnamevanê bi navê Behzad Hacî Hemo ku xelkê bajarê Amûdê ye, ji Rûdawê re ragihand, duh bi şev (27.06.2013) hêzên asayiş û YPGê yên girêdayî PYDê bi rêka mezgeftan re hatin û çûn li nav bajêr qedexe kirin. Piştî wê biryara han 2 kes bi hêceta ku biryara han binpê kirine ji aliyê hêzên asayişê ve hatin birîndarkirin.
Hat zanîn, termên kuştiyên bûyera duh şev dê îro (28.06.2013) saet 10:00 li bajarê Amûdê bên definkirin.
Berpirsê encumena niştimanî ya kurdî (ENKS) li Amûdê Merwan Îdê jî ji Rûdawê re da zanîn ku hêzên asayişê çavdêriya wî dikin û hêzên YPGê bavê wî û kurekî wî girtine da ku ew xwe radestî wan bike.
Her wiha hat zanîn ku li Amûdê, nivîsîngehên partiya demokrata kurd (El Partî) û partiya azadî ya Kurdistan (PAK) hatine şewitandin û piraniya endamên ENKSê hatine binçavkirin.
Li bajarê Qamişlo jî nivîsîngehên El Partiyê hatine şewitandin.
Rûdaw











































