Serrûpel Nûçe “Ji bo vekirina deriyê Efrînê hevdîtin hene“

“Ji bo vekirina deriyê Efrînê hevdîtin hene“

Belav bike

Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmet Tirk ku tevî Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak roja 5ê tîrmehê ji bo hevdîtina bi rayedarên KCKê re, li Herêma Kurdistanê bû, debarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de ji Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) re axivî. Ehmet Tirk da zanîn ku gelê Kurd di vê demê de gihiştiye pêvajoyekê û got: “Lê dema Kurd di siyasetê de gihiştin pêvajoyeke nû, dewletê xwest Kurdan bi siyasetê bîne dijberê hev. Di nava Rojava de jî lîstikên gelek mezin leyistin. Li wir bi hinek partiyan re têkiliyan datînin, dibêjin werin em ê alîkariya we bikin û em ê statûya we nas bikin. Li hemberî partiyên Rojava lîstik dileyizin.”

‘Divê gelê Rojava bi xwe biryara xwe bide’

Hevserokê KCDê Ehmet Tirk di berdewama axaftinên xwe de wiha got; “Siyaseta dewleta Tirk li hemberî Kurdan ava bûye. Lê dema Kurd di siyasetê de gihiştin pêvajoyeke nû, dewletê xwest Kurdan bi siyasetê bîne dijberî hev. Di nava Rojava de jî lîstikên gelek mezin leyîstin. Li wir bi hinek partiyan re têkiliyan dideynin, dibêjin werin em ê alîkariya we bikin û em ê statûya we nas bikin. Li hemberî partiyên Rojava lîstik dileyizin. Lê em vê dibêjin; biryara gelê Rojava, divê siyasetmedarên Rojava bi xwe bidin.” Ehmed Tirk wiha pêdeçû: “Divê ne Tirk û ne jî parçeyeke din a Kurdistanê biryarê li ser navê wan bidin. Ji bo Kurdên Rojava bigihin armanca xwe, em dikarin bi wan re bibin alîkar. Divê em berjewendiyên wan bibînin û em ji bo wan bibin alîkar. Ne ku em li gorî berjewendiyên xwe siyasetekê ava bikin.”

Tirk diyar kir ku divê ew beriya her tiştê nîqaşên di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de hene ji holê rabikin û got: “Divê em bêjin ka em ê çawa bikarin alîkariya siyasî û aborî bikin. Lê ger em bêjin em ê li gorî xwe siyasetekê li wir ava bikin, ev yek ne tişteke rast e. Ji ber ku ew gel dê biryara xwe bide, ew gel dê xwe bi xwe biparêze. Ew gel dê siyaseta xwe berdewam bike.”

 

‘Ji bo vekirina derî bi dewletê re hevdîtin çêbû’

 

Ehmet Tirk derbarê hewldanên ji bo vekirina deriyê sînor ê Efrînê û Bakûrê Kurdistanê de agahî da û ragihand ku ji bo vekirina deriyê Efrînê, bawer nakin ti pirsgirêk çêbibin. Tirk diyar kir ku ji ber wan ji bo vekirina derî hin hevdîtin kirin û ev agahî da; “Ger gelê me xebatekê bike em dikarin alîkariyê bi vê rêyê bigihin Efrînê. Alîkariya ku bi rêya Qamişlo, Dirbesiyê û Serêkaniyê biçe, şandina wê alîkariyê bo Efrînê hinek zehmet e. Lê ji bo vekirina deriyê Efrînê xebatek me heye. Me bi kesên bi navê PYD’ê hatibûn re jî hevdîtin kir. Wana hevdîtin bi dewletê re jî kirin. Bi waliyê Dîlokê re hevdîtin çêbû. “

‘Em ê li Enqereyê buroyek ji bo Rojava vebikin’

Turk wiha got; “Di demên pêşiya me de em dixwazin li ser navê Kurdên Rojava li Enqereyê buroyek ava bikin. Xebateke me ya wiha heye” û wiha domand; “Di siyasetê de demeke nû dest pê kiriye. Divê em di warê siyasî, dîplomasî û aborî de têkiliyên xwe xurt bikin.”

Hevserokê KCD’ê Tirk bal kişand ku hemû pirsgirêk bi hev ve girêdayîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi rastî hemû pirsgirêk bi hev ve girêdayî ne. Ger li Bakûr ji bo aşitiyê hin gav bên avêtin, dê siyaseta xwe ya li Rojava jî biguherîne. Ji ber ku pirsgirêka Kurd hemû li her çar parçeyan bi hev ve girêdayî ye. Ji ber ku hişê gelê Kurd li Bakûr, Rojava, Başûr û Rojhilat e. Ger li parçeyekê bi ya dilê gelê Kurd nemeşe, astengî li hemû parçeyên din çêdibin.” DIHA-Rûdaw