Ev cara yekem nîne ku PKKê li Herêma Kurdistanê êrîşa hevalên xwe yên berê dike. Berê jî kesên ku ji PKKê cudabûbûn wek ji xelkê Rojhilata Kurdistanê Suphan Rojhilat, xelkê Rojavayê Kemal Şahîn (Kemalê Sor) û xelkên Bakurê Kurdistanê Kanî Yılmaz û Sabrî Torî ji aliyê PKKê ve hatine kuştin. Dîroka PKKê bi wan bûyerên ne paqij ve tijê ye kes û rêxistinên ku PKKê rexne dikin an xeletiyên wê dibêjin dikevine ber êrîş û heqaret û kuştina wê.
PKK veto daniye ser PWD û naxwaze PWD beşdarê KNK û amadekarî û giftugo ji bona KNK berdewam e. Êrîşa dawî ya PKK jî di zırufeka usa da, pırsiyara hanê tê pêş, ku gelo PKK di warê KNK da samîmî ye an na?
Divê, di serî de Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî a Kurd, hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê li dijî êrîşa dawî a PKKê dengê xwe bilind bikin.
Serwerî li ser Hikumeta Herêma Kurdistanê ferz dike, ku wan kesan bipareze, ku ji PKKê cudabûne û li Herêma Kurdistanê nîşteci ne û ev êrîşa dawiya PKK bo ser PWD lêkolin bike, êrîşkaran ji raya giştî re aşkere bike.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê ev êrîşa dawiya PKK mehkûm dike û bang ji PKKê dike ku, çawa bi Komara Tirkiyê re pêvajoyeke aştiyê birêvedibe, bi hevalên xwe yên berê re jî aştî pêkbîne, êdî êrîşê wan neke û berpirsên bûyera dawî aşkere bike.
PSKê daxwaz ji Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî a Kurd dike ku vetoya beşdarbûna PWDê bê rakirin. PSKê herwisa daxwaz dike ku heram kirina birakujî û çareser kirina pirsgirêkan di nava rêxistinên Kurd de bi rêka giftugo wê bibe xaleka serekî di Kongreya Neteweyî a Kurd de.
Partiya Sosyalist a Kurdistan-PSK
24ê Tebax a 2013











































